Ji bo piştevaniya bi Rojava re ji Pirsûsê dengê xwe bilind dikin
- 12:55 29 Çile 2026
- Rojane
RIHA - Înîsiyatîfa Jinan a "Pêwîstiya Min bi Aştiyê heye" li Pirsûsê ji bo hevgirtina xwe bi Rojava re nîşan bide, daxuyaniyê dide.
Înîsiyatîfa Jinan a "Pêwîstiya Min bi Aştiyê heye" ji bo nîşandana hevgirtina xwe ya bi Rojava re, ku di bin êrîşa çeteyên HTS-DAIŞ'ê yên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên piştgirîkirin de ye, gihîşt navçeya Pirsûsê ya Rihayê. Nêzîkî 40 jinî ji Enqere û Stenbolê li ser navê înîsiyatîfê hatin, gelek jin jî li Pirsûsê tevlî bûn. Jin li meydana Pirsûsê kom bûn û pankartek bi nivîsa "Piştgiriya Çeteyên HTŞ'ê tê wateya Komkujiyên li Sûriyeyê; Jin li kêleka Gelê Kurd ê Berxwedêr Disekinin" bilind kirin. Jinan gelek caran dirûşmeya "Jin jiyan azadî" berz kirin.
Hûrguliyên din dê piştre werin…







