Li Wanê bi hezaran kes ji bo Rojava dimeşin

  • 13:30 29 Çile 2026
  • Rojane
WAN - Bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk (DEKUP), bi hezaran kes li dijî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Rojava dimeşin.
 
Li Wanê, di bin pêşengiya DEKUP'ê de meşek li dijî êrîşên HTŞ û çeteyên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên piştgirîkirin li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Rojava tê lidarxistin. Meşa ku ji ber Navenda Kirrûbirrê ya Wanê dest pê kir, Meclîsa Dayikên Aştiyê, Tevgera Jinên Azad (TJA), Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskin Bayindir, Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Wanê, hevşaredarên DEM Partiyê, rêxistinên bajêr û navçeyan ên DBP û DEM Partiyê, rêxistinên jin û ciwanan, rêxistinên girseyî yên demokratîk û bi hezaran kes beşdar bûn.
 
Di meşê de bi hezaran kes bi berdewamî dirûşma "Bijî berxwedana Rojava" berz kirin.
 
Bi hezaran kes ji pêşiya Navenda Kirrûbirrê ya Wanê ber bi Parka Musa Anter ve dimeşin.
 
Hûrguliyên bêtir dê werin...