Li Derbendîxanê kampanyaya alîkariyê dewam dike
- 15:05 29 Çile 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li navçeya Derbendîxanê kampanyaya alîkariya ji bo Rojava hatî destpêkirin, berdewam dike. Bang li her kesî hate kirin ku tevlî kampanyayê bibin.
Li Başûrê Kurdistanê kampanyayên alîkariyê yên ji bo Rojavayê Kurdistanê berdewam dikin.
Li navçeya Derbendîxan a girêdayî Silêmaniyê hefteyekê beriya niha ji aliyê siyasî û rêxistinên civaka sivîl ve ji bo alîkariya Rojavayê Kurdistanê, kampanyayek hate destpêkirin.
Yek ji amadekarên kampanyayê Mihemed Heme Reuf axivî û got, “Ev hefteyeke me ji bo Rojava kampanyayek alîkariyê daye destpêkirin. Em bang li hemû welatiyan dikin ku tevlî kampanyayê bibin û piştgiriyê bidin Rojavayê Kurdistanê.”
Tê payîn kampanyaya alîkariyê heya 5’ê Sibata 2026’an berdewam bike.







