Îlham Ehmed: Ev lihevkirin qonaxeke nû ye

  • 13:11 30 Çile 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Îlham Ehmed diyar kir ku we pabendiya xwe ji bo serkeftina pêvajoya entegrasyonê dubare dikin ku xizmeta yekitiya Sûriyeyê bike, aştiya sivîl xurt bike.
 
Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed têkildarî hevditina ku di navbera hikûmeta demkî li Sûriyê û Hêzên Sûriyê Demokratîk de li ser hesabê xwe yê Xê daxuyanî da 
 
Peyama Îlhan Ehmed wiha ye:
 
“Em spasiyên xwe yên mezin pêşkêşî welat û rêxistinên navbeynkar, bi taybet Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Fransayê dikin, ji bo hewldanên wan ên bêwestan ên ji bo gihaştina peymanekê di navbera hikumeta Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk de ku pêngaveke girîng e ber bi aramiyê ve ye.
 
Em hêvî dikin ku ew ê di serxistina pêvajoya entegrasyonê de bi rola garantoriyê rabin. Bicihkirina hêzên ewlekariyê, ji bo mîsogerkirina pêvajoyeke entegrasyonê ya berpirsiyar û qonax bi qonax ku hevkariyê misoger dike, rûmeta hemû civakan diparêze û rê li ber pêşketineke adil û hevseng li hemû herêman vedike, girîng e.
 
Em pabendiya xwe ji bo serkeftina pêvajoya entegrasyonê dubare dikin ku xizmeta yekitiya Sûriyeyê bike, aştiya sivîl xurt bike, qonaxeke nû ya aramî û pêşketinê bide destpêkirin û vegera ewle û birûmet a gelê Efrîn û Serêkaniyê bo herêmên xwe, mîsoger dike.