TEV-DEM: Lihevkirin destpêkeke nû ya têkoşîna siyasî ye

  • 10:37 31 Çile 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - TEV-DEM’ê lihevkirina di navbera QSD û hikumeta demkî ya Sûriyeyê de wek gaveke girîng ber bi îstiqrar û rawestandina şer ve nirxand û diyar kir “Lihevkirin destpêka pêvajoyeke nû ya têkoşîna siyasî ya ji bo sepandina mafên gelan e.”
 
Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) têkildarî lihevkirina di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û hikumeta demkî de daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de lihevkirin wek “destpêka pêvajoyeke nû ya têkoşîna siyasî ya ji bo sepandina mafên gelan dûrî şeran û rawestandina herîka xwînê” hat nirxandin.
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em vê peymanê wekî gaveke girîng ber bi istiqrar, rawestandina şer û vekirina deriyê çareseriya siyasî ya li ser esasê diyalog û lihevhatinê ya dûrî mentiqê şer û dûrxistinê dibînin. Em diyar dikin ku her çareseriyeke siyasî ya cidî divê mafên tevahî pêkhateyên gelê Sûriyeyê, di serî de gelê Kurd û tevahî pêkhateyên ku bi dehan salên ji ber paşguhkirin û înkarê êş kişandine, mîsoger bike.
 
Em piştgiriyê didin vê peymanê, ji ber ku baweriya me bi rêveberiya me ya siyasî û leşkerî tê. Rêveberiya me ji destpêka şoreşê ve gelê me û destkeftiyên me parastin. Em di wê baweriyê de ne ku çareserî divê sûriyeyî-sûriyeyî, li ser esasê rêzdariya li hemberî hev, rêzdariya li hember taybetmendiyan, mîsogerkirina mafên gelê me be ku li ser vê erdnîgariyê îsbat kiriye ku dikare aştiya navxweyî biparêze û li hember terorê bisekine.”
 
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku serxistina peymanê girêdayî asta pabendbûna aliyan bi pêkanîna bendên wê ye û hate gotin: “Divê bi rihê tevkarî, berpirsyarî, misogerkirina ku Hêzên Sûriya Demokratîk zerar nebîne lihevkirin pêk wer. Ji ber ku QSD’ê destkeftiyek nîştimanî ye, roleke diyarker di têkbirina DAIŞ’ê de û di parastina ezmûna demokratîk a ku bi xwîn û qurbaniyên mezin hatiye damezirandin de lîstiye.
 
Bi zanebûn û berpirsyarî piştgiriyê bidi vê peymanê. Aştiya navxweyî biparêzin û hemû hewldanên provokatîk red bikin. Ji bo siberojeke demokratîk a ku rûmet, edalet, azadiyê ji tevahî Sûriyeyan, bi taybetî gelê me yê berxwedêr ê ku di çeperên pêşîn ên têkoşîn, berxwedan û têkbirina terorê de re kar bikin. Di heman demê de em spasiya gelê me li çar aliyên Kurdistanê û cîhanê dikin ku tevahî qad veguherandinê qadên parastin û piştgiriya destkeftiyên Rojava. Em helwesta piştevan a partî, hêzên Kurdistanî û kesayetên siyasî û dewletên ku piştgirî dan çareseriyên aştiyane û bûn sedema vê peymanê silav dikin.”