Fermandara YPJ'ê Viyan Efrîn: Em ê azadiya xwe biparêzin

  • 20:21 31 Çile 2026
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Fermandara YPJ'ê Viyan Efrînê, diyar kir ku YPJ dê di nava tugayan de xweseriya xwe biparêze û got ku dê têkoşîna azadiya jinê di hemû avaniyên HSD'ê de bidome. Viyan Efrînê got: "HSD, bêyî YPJ'ê nabe. Ev avanî, vîna xweparastinê ya gel e."
 
Fermandara YPJ'ê Viyan Efrînê di hevpeyvîna xwe ya ligel Jin TV'yê de bal kişand ser rola girîng a YPJ'ê di nav HSDê de. Viyan Efrînê li ser agirbesta ku di 30'yê Çileyê de di navbera hikûmeta Sûriyeyê û HSD'ê de hatiye îmzekirin, bi bîr xist ku peymanên berê gelek caran hatine binpêkirin û got ku armanca pêvajoya nû rawestandina şer û xurtkirina xweparastinê ya gel e.
 
Viyan Efrînê der barê nebûna navê YPJ'ê di peymanê de anî ziman ku YPJ dê bêhempabûn û xweseriya xwe di nav tugayan de biparêze. Viyan Efrînê got: "HSD, bêyî YPJ'ê nabe. Ev avanî, vîna xweparastinê ya gel e." Viyan Efrînê da zanîn ku têkoşîna azadiya jinan dê di hemû avaniyên HSD'ê de berdewam bike.
 
Viyan Efrînê behsa vegera xelkê ku bi zorê koçber bûye kir û diyar kir ku hîn şert û mercên ewle nehatine avakirin, nemaze ji bo deverên mîna Efrîn û Serêkaniyê û vegerandin ne mimkûn e heta ku hêz û komên çekdar ên Tirkiyê venekişin. Viyan Efrînê destnîşan kir ku hesabpirsîna ji bo sûcên hatine kirin û hilbijartinên demokratîk daxwazên bingehîn ên gel in.
 
Viyan Efrînê spasiya hêzên ku wekî garantorên peymanê tevdigerin kir û diyar kir ku garantiya rastîn berxwedan û xwebaweriya gel e.