'Kesên hatin binçavkirin serbest berdin'
- 14:06 5 Sibat 2026
- Rojane
COLEMÊRG - Platforma Ked û Demokrasiyê ya Colemêrgê têkildarî operasyona qirkirina siyasî ya li dijî ESPê û saziyên sivîl daxuyanî da û xwest kesên hatine binçavkirin bilez werin berdan.
Li dijî Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Meclisên Jinên Sosyalîst (SKM), Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF), DÎSK/LÎMÎTER-ÎŞ, Polen Ekolojî û BEKSAVê di 3yê Sibatê de operasyoneke qirkirinê ya siyasî hatibû kirin. Di encama operasyonê de Hevserokê Giştî yê ESPê Mûrat Çepnî û xebatkarên Ajansa Nûçeyan a Etkînê (ETHA) jî di nav de 95 kes hatibûn binçavkirin.
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Colemêrgê li dijî vê operasyona qirkirinê li Colemêrg û navçeyên wê yên Gever û Şemzînanê bi awayekî hemwext daxuyaniyeke hevpar da. Her sê daxuyanî jî li ber avahiyên DEM Partiyê hatin dayîn. Parlamenterên DEM Partiyê, hevşaredar û pêkhateyên platformê di nav de gelek kes beşdarî daxuyaniyan bûn. Daxuyaniya li Colemêrgê Hevserokê DEM Partiyê yê Colemêrgê Nazmî Coşkûn, daxuyaniya li Geverê Hevseroka DBPê ya Geverê Gulcan Ceylan û daxuyaniya li Şemzînanê jî rêveberê DEM Partiyê Zekî Soyler xwend.
Desthilat dixwaze muxalefeta siyasî bêdeng bike
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku operasyon ne qanûnî ye û bi temamî armancên siyasî hatiye kirin. Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku desthilat bi van operasyonan dixwaze muxalefeta siyasî bêdeng bike, hêzên civakî yên rêxistinî belav bike û rêyên îtiraza vîna gel bigire.
‘Desthilata ku nikare welat bi rê ve bibe hewl dide hebûna xwe bi zextê bidomîne’
Di berdewama daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Desthilata ku bi hilbijartin, qanûn û razîbûna civakî nikare welat bi rê ve bibe, hewl dide hebûna xwe bi siyaseta zextê, binçavkirin û girtinan bidomîne. Hemû kes û rêxistinên şoreşger, demokratîk û mûxalif di hedefa van êrişan de ne.”
Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ku feraseta zextkar desthilatê di çalakî û berxwedanên li dijî êrîşên li ser Rojavayê de jî xwe nîşan daye û ev tişt hate gotin: “Zarok jî di nav wan de gelek kes, tenê ji ber ku helwesteke wicdanî û demokratîk nîşan dane û ji bo aşitî û piştgirîya gelan çalakî kirin, hatine girtin.”
‘Li hemberî siyaseta zextê bêdeng namînin’
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku sûc ew e ku qanûn bibe amûrekî hesabên siyasî, dadgeh bi fermana siyasî were xebitandin û hêza dewletê li dijî muxalefetê weke amûra zextê were bikaranîn. Di dawiya daxuyaniyê de, hat gotin ku ev êrîş ne tenê li dijî ESPê, li dijî hemû kes û rêxistinên ku ji bo demokrasi, azadî û wekheviyê têdikoşin hatiye kirin. Di daxuyaniyê de bang hate kirin ku kesên hatine binçavkirin bi lez werin berdan û hate diyarkirin ku li hemberî siyaseta zextê bêdeng namînin.







