Ji Sitiya Nexşa ji bo Rojava klîbek
- 14:23 5 Sibat 2026
- Çand û Huner
ŞENGAL - Ji Navenda Çand û Hunera Sitiya Nexşa Koma Şehîd Bêrîvan jî li hember êrîşên li ser gelê Kurd bêdeng nema û helwesta xwe bi klîbek nîşan da.
Di 6’ê Çileyê de li dijî Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê û tevahî Rojavayê Kurdistanê êrîşek topyekûn a qirkirina gelê Kurd û destkeftiyên şoreşa Rojava destpê kir. Êrîş bi destê HTŞ, DAIŞ û dewleta Tirk destpê kirin. Li dijî plana êrîşên topyekûn, li çar perçê Kurdistanê û li dervayî welat Kurd ji bo parastina Rojava rabûn ser piya û berxwedana topyekûn ji hemû cîhanê re ragihandin. Li her deverek ku Kurdistanî lê dijîn, veguherandin qadên berxwedanê. Çalakiyên xwedî derketina li destkeftiyên şoreşa Rojava didomin.
Ji Navenda Çand û Hunera Sitiya Nexşa Koma Şehîd Bêrîvan, li ser berxwedana bi heybet a şervanan û gelê Rojavayê Kurdistanê klîbek bi navê "Rojava Xeta Sor e" amade kir. Sitiya Nexşa klîpa ku amade kirine, diyariyî hemû şervanan û gelê berxwedêr ê Rojavayê Kurdistanê kir.







