Li Menderesê lehî: Du jinan jiyana xwe ji dest da
- 18:13 6 Sibat 2026
- Rojane
ÎZMÎR - Di encama barana tund a li navçeya Menderesê barî de lehî rabû û wesayîtek bi avê de çû. Di bûyerê de du jinan jiyana xwe ji dest dan û xebatên rizgarkirina kesekî didome.
Li navçeya Menderes a Îzmîrê di saetên êvarê de baran barî û li taxa Oglanansi ya Riya Sanayî ya Kisik di çem de lehî rabû. Wesayîta di pirê re derbas dibû bi ber avê ket. Çar kes di wesayîtê de bûn û kesek bi derfetê xwe derket.
Ekîbên çûn cihê bûyerê cenazeya du jinên di wesayîtê de derxistin. Hat hînbûn ku xebatên rizgarkirina kesekî didome.







