ROJEVA 4'Ê GULANA 2026'AN

  • 09:00 4 Gulan 2026
  • Rojev
 
* Rojnamevan Nuray Sancar, diyar kir ku bi gavên berbiçav piştgirî ji bo Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk nayê dayin û got, "Çareserkirina pirsgirêka Kurd bi awayê ku dewlet fêm dike ne mimkûn e." DÎMEN HEYE 
 
* Hate diyarkirin ku Goncagul Arslan a 26 salî ku di şert û mercên gumanbar de mir, ji 16 saliya xwe ve di bin zexta şîdeta sîstematîk û zewaca bi zorê de jiyaye. Çavkaniyek nûçeyan ku behsa jiyana Goncagul Arslan dike got, "Wan ew di nav xwe de wek qurban hilbijartibûn; bi gotina 'tu dê herî dibistanê' ew xapandin û ji stargehê anîn mala ku lê şîdet lê hat kirin."
 
* Her çiqas Dêrsim bi bûyerên sala 1938'an û çîrokên windahî û windabûnê tê bîranîn jî, pirsên bi vî rengî hîn jî piştî bi deh salan têne pirsîn. Çarenûsa Gulistan Doku, ku di sala 2020'î de winda bû, hîn jî nayê zanîn û doza wê nîqaşên li ser rûbirûbûna bi rabirdûyê û lêgerîna edaletê ji nû ve anî rojevê.
 
* Rêxistibûna herêmî û komunal ya di perspektîfa civaka demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de dertê pêş, bi Şerta Xweseriyê ya Rêveberiyên Herêmî ya Ewropayê ku tevî Tirkiye jî alîgirê wê ye, digihêjin hev.