Der barê mirina bi guman a Irmak Ayşe Koparan de lêpirsîn hat destpêkirin

  • 21:34 9 Hezîran 2026
  • Rojane
AGIRÎ - Dozger der barê mirina bi guman a mamoste Irmak Ayşe Koperan ya li navçeya Xamûrê bi guman jiyana xwe ji dest da lêpirsîna edlî da destpêkirin û ji bo lêpirsîna îdarî mufetîş peywirdar kir.
 
Li navçeya Xamûr a Agiriyê Irmak Ayşe Koparan ya mamostetî dikir di 7’ê hezîranê de li mala xwe bi guman jiyana xwe ji dest dayî hat dîtin.
 
Walîtiyê bûyer wek întîxar daxuyand û der barê bûyerê de ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Agiriyê ve lêpirsîna edlî hat destpêkirin. Her wiha di bin bana Midûriyeta Perwerdehiya Neteweyî de jî mufetîş hat peywirdarkirin ku bûyerê di alî îdarî de lêpirsîn bike.