YRA'yê Roja Rojnamegerên Jin ên Kurd pîroz kir
- 11:50 7 Cotmeh 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) Roja Rojnamegerên Jin ên Kurd li rojnamevanên jin ên Kurd pîroz kir û bal kişand ser girîngiya parastina hebûna jinan di medyayê de.
YRA`ê îro bi boneya Roja Rojnamegeriya Jinên Kurd (7’ê Cotmehê) daxuyaniyek weşand û rêwîtiya rojnamevanên jin ên Kurd û rola wan di ragihandina rastiyê û belgekirina bûyer û pirsgirêkên têkildarî jinan û civakê de bi bîr xistin.
Daxuyaniya YRA`yê wiha ye:
"7’ê Cotmehê her sal Roja Rojnamegerên Jin ên Kurd tê pîrozkirin, bûyerek ku rêwîtiyeke dirêj a fedakarî û têkoşîna rojnamevanên jin ên Kurd nîşan dide, yên ku peyv, pênûs û wêne wek rêbazên xwe yên derbirîna rastiyê, belgekirina rastiya civaka xwe û ragihandina pirsgirêk û hêviyên jinan ji raya giştî ya herêmî û navneteweyî re hilbijartine.
Di vê çarçoveyê de, em şehîdên ragihandinê yên ku di dema pêkanîna erkê xwe yê ragihandina rastiyê û belgekirina bûyeran de şehîd bûn û di bîra medyayê û civakê de şopeke bêhempa hişt, bi bîr tînin. Em soza xwe ya şopandina şopa wan, parastina tiştên ku wan belge kirine û parastina bîrdanka giştî ya ku wan alîkariya afirandina wê kiriye, nû dikin.
Her wiha em bi vê boneyê hemû rojnamevanên jin ên li Rojava û li her derê pîroz dikin û em diyar dikin ku hebûna jinan di medyayê de mafek e ku divê were parastin û rolek e ku divê were piştgirîkirin û pêşvexistin, bi rêya medyayê ya profesyonel de ku rastî, berpirsiyarî û objektîfbûnê dide pêş, rêzê li cihêrengiyê digire û rûmeta mirovan û mafê derbirînê diparêze.
Pîrozkirina vê boneyê ne tenê pîrozkirina bîranînê ye, lê em diyar dikin ku rojnamegerî berî ku pîşe be, peyamek e û domandina vê peyamê berpirsiyariyek hevpar e di navbera saziyên medyayê, karmendên wan û tevahiya civakê de.
Şehîdên rojnamegeriya azad namirin, silav ji bo hemû kesên ku bi pênûs, kamera û dengê ku bêdengiyê nas nake di vê rêyê de berdewam dikin".







