Parêzer Zeynep Demîr: Biryar destkeftiyên jinan hedef digire 2026-06-13 09:05:18   WAN - Nûnera Komeleya Jinan a Star parêzer Zeynep Demîr der barê êrîşa li dijî mafê nefeqeyê de axivî û da zanîn ku tê xwestin piştî welidînê jin xizan bibin û got: “Li şûna ku mekanîzmayên divê jin ji xizaniyê bên derxistin bên avakirinê, jinan di nav dorpêça tundiyê de dihêlin.”   Bertekên li dijî betalkirina sererastkirina nefeqeya xizaniyê ya di Qanûna Medenî ya Dadgeha Destura Bingehîn (DDB) cih digirt didome. Biryar ku 9 meh şûnde wê bikeve meriyetê, wek parçeyek polîtîka ku ewlehiya aborî ya jinan hedef digire tê nirxandin.   Rêvebera Komeleya Jinan parêzer Zeynep Demîr der barê biryara nefeqeyê de axivî.   ‘Di pêvajoya destberdanê de piştgiriyê nadin jinan’   Zeynep Demîr bertek nîşanê betalkirina nefeqeya xizaniyê da û da zanîn ku di pêvajoya destberdanê de jin di alî aborî û civakî de tenê tên hiştin û jin pir caran têkoşîna jiyanê didin. Zeynep Demîr wiha anî ziman: “Piştî biryara destberdanê mekanîzmayên civakî nakevin dewrê. Piştgiriya ji bo jinan tune ye.”   ‘Keda jinê û xizanî nayê dîtin’   Zeynep Demîr daxuyakirin ku di pêvajoyên destberdanê de yên herî zêde bi bandor dibin jin in û bi zewacê re jin ji jiyana xebatê dur dikevin û hemû barê malê û yê zarokan li ser jinan dimîne. Zeynep Demîr da zanîn  ku keda jinê û xizaniya jinê nayê dîtin.   ‘Ev biryar tundiyê giran dike’   Zeynep Demîr balkişand ser biryara DDB’ê ya nefeqeyê û got ev biryar wê tundiya aborî û fizîkî jî zêde bike û piranî jin ji bo ji hawira tundiyê derkevin biryara destberdanê digirin, lê piştî destberdanê piştgiriyek baş û têr nabînin, ber bi jiyaneke bê ewle ve diçin. Zeynep Demîr wiha dawî lê anî: “Ji bo jin ji hawira tundiyê derkevin divê mekanîzmayên dewletê yên civakî bên xurtkirin. Divê polîtîkayên îstîhdamê bên pêşxistin, kreş bên vekirin û derfetên perwerdehiya pîşeyî bê dayîn. Li şûna ku mekanîzmayên ku divê jin ji xizaniyê bê derxistin bên avakirinê, jinan di nav dorpêça tundiyê de dihêlin.”