Karîn Brunzell: Di piyaseya kedê de jin nayên dîtin 2026-04-29 09:05:35   Melek Avci   ENQERE - Karîn Brunzell da zanîn ku di piyaseya kedê de jin nayên dîtin û fikra jinan esas nayê girtin, piştî demekê heman tişt ji aliyê mêr ve tê gotin lê ya wî bi pesn tê pêşwazîkirin.   Ji 1’ê Gulanê  Cejna Karkeran  re demek kurt ma, lê mixabin hîna jî keda jinê nayê dîtin. Li gorî mêran jin kêmtir tevli qadên îstîhdamê dibin; di xizmetên sektorê de, di karên bêewle û mûçeyê kêm de jin tên mahkumkirin.   Piştî pandemiyê ji ber krîzên aborî yên giran bûne, şer, xizaniyê ev newekhevî girantir kir. Li gelek welatan ewil jin ji kar hatin avêtin û keda malê ya jinan qat bi qat zêde bû.   Jin di bin van şert û mercan de 1’ê Gulanê pêşwazî dikin. Sekretera Têkiliyên Navneteweyî ya Sendîkaya ST, Karîn Brunzell der barê rewşên ku  jin di têkoşîna kedê de pê re tên rû hev axivî.   Ked û lênerîna zarokan   Karîn Brunzel da zanîn ku l i gorî welatan di alî keda jinan de guherîn hene û got ya girîng ev e ku xwedî derfetên wekheviyê hebin. Karîn Brunzel wiha got: “Jiyana xebatê hema hema li hemû welatan ji bo mêran hatiye amadekirin.Mijarek ku me li ser nîqaş da meşandin, dema menopozê de piştgiriyek çawa ji bo jinan tê dayîn. Li hinek welatan axaftina vê mijarê zehmet e. Ger bê axaftin ev rewş ji bo nebaşiya wan tê bikaranîn.Mijarek din jî li welatê min ya Swîsreyê mafê lênerîna zarokan hat bidesxistin. Bi pereyê mukelefên bacê  bi pereyên kêm lênerîna zarokan tê kirin. Bi vî awayî lêçûna zarokan tenê malbat nakin. Heta ev maf tunebû xebata jinan jî bê wate bû. Ji ber pereyê qezenc dikirin didan lênerîna zarokan.”   ‘Di sektora taybet de serdestiya mêr heye’   Karîn Brunzell daxuyakirin ku têkoşîna keda jinê di pêvajoya dîrokî de pêş ketiye lê hîna jî pirsgirêk hene. Karîn Brunzell wiha domand: “Li welatê min  jinan piştgriyê dida grev û têkoşînên mêran lê piştre xwe rêxistin kirin û piştgirî dan têkoşînê. Destpêkê nedihiştin jin bikevin serdîkayên mêr. Hinek sendîkayên xwe ava dikin û  piştre mêran gotin divê jin û mêr ligel hev bin. Lê dîsa jî li gelek welatan awayê kedê parçe parçe ye.  Jinan li dijî biryarên li ser bedena jinê, jiyana kar  têkoşîna xwe dan destpêkirin û dimeşînin. Em têdikoşin û di heman demê de hêzên li dijî jinan şer dane destpêkirin hene. Îro li welatê me ji bo zarokan slalek mafê me heye ku em bi zarokên xwe re bimînin. Ev maf beşek ji bo jinan beşek ji bo mêran hatiye veqetandin. Yanî hûn biryar didin ku vî mafî çawa bi kar bînin. Ligel me ev pergal hebû lê ewil mêran ev berpirsyarî nedianî cih. Niha guherînek çêbûye, mêr jî neçarin berpirsyariya lênerîna zarokan bigirin ser xwe.”   Piştgiriya kreş û xwişkbûnê   Karîn Brunzell di berdewamiya axaftina xwe de balkişand ser xizmeta kreşê  û got: “Yek ji mijara din xizmeta kreşê ya bi kalîte ye. Her kes nikare bigihêje vê xizmetê.Tu jineke ku ji bo zarokên xwe bifikar bin nikarin bixebitin. Ev mijara di rêza ewil de ye. Di rêza duyemîn de jî divê em li dijî her cureyê êrîşa zayendî û tundiyê xwe biparêzin û li ser jiyan bin. Divê em piştgiriyê bidin hev.Belkî ev bi xwişkbûnê dikare bê bidestxistin. Dema ku em xwişkên xwe yên bi rewşa xerab re hatine rû hev bibînin divê em piştgiriyê bidin hev. Em ligel wan bin. Her wiha di qada jiyana kar de jî nedîtina jinan didome. Di jiyana kar de jin gelek prisgirêkan dijîn û neçar dimînin li dijî gelek rewşan têbikoşin. Li gorî min aliyê herî zehmet yê piyasa kedê tacîza fîzîkî ye. Ev pir zêde ye. Bêguman li Ewropayê rewşa jinên penaber hîn bêtir xerabe. Jinên penaber bê parastinin. Jin di pêvajoya dîtina kar de bi tehdîdên destdirêjî û deportkirinê re tên rû hev. Di qada kedê de em dikarin bêjin ku yên herî zêde bi bandor dibin jinên penaber in.”   Divê di aliyê mafê mirovan de li jinan bê nêrîn   Karîn Bruzell wiha dawî li axaftina xwe anî: “Tişta ku ewil divê bê guhertin ev e ku dema behsa mafê mirovan tê kirin divê jin jî di vê çarçoveyê de bên dîtin. Mafê mirovan mafê jinan e. Em jî xwedî mafin, xwediyên mafê wekhevin. Lê hewcedariya jinan bi mafên din jî hene. Mînak em bêjin regl ye. Divê axaftina vê miajrê ne pirsgirêk be. Divê ev mijarek mirovahî be. Normal be. Divê mafên mirovan ji bo jinan bê nasîn.”