Tulay Hatîmogullari: Ji bo me aştî ne mijara bazarê ye, mijara rûmetê ye 2026-04-28 15:45:58   NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari li Meclîsê di komcivîna partiya xwe de axivî û got: “Heke gav neyên avêtin destê kesên ku li dijî pêvajoyê ne, xurt dibe.”   Tulay Hatîmogullari di komcivîna partiya xwe de li ser geşedan û rûdanên ku rûda ne rawestiya. Tulay Hatîmogullari bal kişand ser mitîngên li dijî talankirina xwezayê yên li Gimgim û Kanîreşê hatin lidarxistin û got: “Esra Işik a ku ji bo parastina xwezayê hatiye girtin divê tavilê bê berdan. Em berxwedana gelê Gimgimê ya ji bo xwezaya wan silav dikin û dibêjin heta dawiyê em li kêleka têkoşîna we ne.”   ‘Divê ne karker, patronên ku heqê karkeran dixwin werin binçavkirin’   Tulay Hatîmogullari diyar kir ku bi hezaran karker li ser kar ji ber xemsariya patronan jiyana xwe ji dest didin û ev tişt anîn ziman: “Patron û dewlet mafên jiyanî yên karkeran mîsoger nakin, ewlehiya wan pêk naynin û ji ber wê jî karker li ser kar jiyana xwe ji dest didin. Mirina karkeran ne hejmareke li ser îstatîstîkan e. Ev mirin ne qeza ne, cînayet bi xwe ne. Em ê li dijî kedxwariya li ser karkeran heta dawiyê li kêleka karkeran bin. Têkoşîna wan têkoşîna me ye. Karker li dijî zilm, xîzanî û mirinê ji bo daxwazên xwe li kolanan in. Karkerên madenê yên Dorukê ji bo heqdestê xwe di grava birçîbûnê de ne. Karker dibêjin heta ev hemû heqê xwe bi dest bixin dê têkoşîna xwe bidomînin. Karker ji bo mafê xwe di çalakiyê de ne. Tên binçavkirin, rastî êrîş û zextên polîsan tên. Divê ne karker, patronên ku heqê karkeran dixwin werin binçavkirin.   Banga ji bo karkeran   Karker bertek nîşanî Yildiz Holdîngê didin ku heqê karkeran nade wan. Em jî bang li wan dikin ku demildest heqê karkeran bidin. Di 23’yê Nîsanê de zarokên karkerên madenê li şûna biçin dibistanê hatin çalakiya greva birçîbûnê. Ji aliyê din ve jî gelek zarok di vê pergalê de bûne karker. Em jî li vir dibêjin; ne zarokên karkerên madenê û ne jî zarokên ku kirine karker, ne bi tenê ne. Em ê pergaleke ku wekhevî û azadiyê pêk tîne û zarok bikaribin lê bijîn bi hev re ava bikin.”   Tulay Hatîmogullari anî ziman ku ji ber krîza aboriyê ya li Tirkiyeyê berê sermayedar û desthilatê ketiye hev û wiha axivî: “Weke ku rojnameya Yenîşafakê Wezîrê Aboriyê Mehmet Şîmşek sûcdar dike lê em jî dibêjin hûn hemû hevkarên vê rewşê ne. Em ne li aliyên we ne, em li aliyê karkeran in.”   ‘Bila bûyerên kiryar nediyar bên ronîkirin’   Tulay Hatîmogullari destnîşan kir ku avakirina Lijneyeke Ronîkirina Bûyerên Kiryar Nediyar girîng e û wiha got: “Dosyayên weke dosyaya Gulistan Doku, Rojîn Kabaîş, Rojwelat Kiymaz û gelek bûyerên bi vî rengî divê bên ronîkirin. Lê divê bi vê yekê re sînorkirî nemînin. Hemû kesên di bûyerên kiryar nediyar de ku di salên 90’î de hatin windakirin, dosyeyên weke ya Mehmet Sîncar, Hrant Dînk, Ugur Kaymaz, Ceylan Onkol û hemû bûyerên din bên ronîkirin û winda bên dîtin. Dayîkên Şemiyê bi salan e ji bo zarok û xizmên xwe yên bi awayekî kiryar nediyar hatine qetilkirin, di çalakiyê de ne. Çi dibe bila bibe divê ev yek bê ronîkirin. Dosyaya Gulistan Doku careke din şaştiya sepana qayûman nîşan da. Qayûmê Dersimê niha ji ber bûyera qetilkirina Gulistan Doku tê darizandin. Her wiha qayûmê Xelfetiyê Şeref Albayrak hate girtin. Hinek din bê lêkolînkirin, gelek bûyerên bi vî rengî dê derbikevin holê. Weke DEM Partî em dibêjin; Divê di bin banê Meclîsê de lêkolîn bê kirin û heqîqet derkeve holê. Divê komîsyona lîkolînê û heqîqetê hemû bûyerên kiryar nediyar werin ronîkirin. Ji bo aştiyeke civakî bûyerên kiryar nediyar ronî bikin. Bêdengî hevkariya sûc e. Em tu car nebûn hevkarê sûcên we û em ê nebin jî. Bila bûyerên kiryar nediyar bên ronîkirin.”   ‘Divê her tişt li ser bingehek hiqûqî pêk bê’   Tulay Hatîmogullari bilêv kir ku banga Aştî û Civaka Demokratîk rêyeke nû li ber Tirkiyeyê danî û wiha got: “Pêvajoyên pevçûnê û çareseriyê ku demeke dirêj e dom dike, di vê pêvajoyê de PKK’ê di serî de xwefesix kir û pêvajoya şer bi dawî kir. Ji bo aştiyê hewcedarî bi gavên hiqûqî heye. Divê her tişt li ser zemînek hiqûqî pêk were. Lê desthilatî di rewşeke wisa de bi helwesteke tirsonek û ku pêvajoyê bi derengî dixîne radibe. Ger ku gav neyên avêtin, destê kesên li dijî pêvajoyê ne xurt dibe. Em ji desthilatê re dibêjin; hûn ew kesên aştiyê naxwazin nabînin ku çawa ji bo gav neavêtina we kêfxweş in û dibêjin pêvajo xitimî ye. Geşedanên li Rojhilata Navîn li holê ne. Di nav van geşedanan de aştî pêwistiyeke mezin e. Divê desthilatî dev jî tespît û piştrastkirinê berde û ji bo çêkirina qanûnan gav bavêje. Divê gav bên avêtin ku li vî welatî aştiyeke bi rûmet pêk were. Çi dibe bila bibe em ê bi civakê re aştiyê bi rêxistin bikin. Li vê erdnîgariyê teqez wê aştî bi ser bikeve. Ji bo me aştî ne mijara bazarê ye, mijara rûmetê ye. Bi banga birêz Abdullah Ocalan re PKKê dev jî têkoşîna çekdarî berda û dixwaze tevlî siyaseta demokratîk bibe. Gelo wê hê çi bikin? Bi salan gotin bila çek berdin û bila tevlî siyastê bibin. Niha li benda çi ne? Çêkirina qanûnan dê bibe bingeha Komareke Demokratîk. Firseteke dîrokî li pêşiya me ye. Divê ev firsend neyê wendakirin. Baweriya me bi aştiyeke bi rûmet heye. Em ê ji bo aştiyeke bi rûmet xebatên xwe bidomînin. Ji bo ev pêvajo bi awayekî serkêftî bighîje encamê, weke DEM Partiyê çi ji destê me tê em ê bikin. Em ê heta hetayê vî barî hildin ser milê xwe.”   ‘Em ê ji bo aştiyek mayîndê kar û xebatên xwe berdewam bikin’   Tulay Hatîmogullari di dawiya nirxandinên xwe de wiha got: “Em ê ji bo aştiyek mayîndê kar û xebatên xwe berdewam bikin, hewlên ku me heta niha kirine zêde bikin, bêtir pêş bixin û hîn kûrtir bikin. Ji ber ku em bi dil û can baweriya xwe bi aştiyek bi rûmet tînin. Em pir zelal dizanin ku aştiyek mayînde dê ji bo Kurd, Elewî û hemû gel û baweriyên cûda yên ku mafên wan hatine înkarkirin beşdariyek erênî bike. Ji ber vê sedemê, em ê bi bawerî, biryardarî û hişmendiyek mezin berdewam bikin. Bi derbaskirina astengiyan, derbaskirina kesên ku me paşguh dikin û rêgirtina li wan kesên ku dixwazin vê pêvajoyê dirêj bikin, em wekî Partiya DEM, ne tenê destên xwe, her wiha tevahiya bedena xwe datînin ser xetê da ku piştrast bikin ku ev pêvajo di zûtirîn demê de bi ser bikeve.”