5 rojnameger careke din birin Nisêbînê 2026-01-23 11:37:50   MÊRDÎN – 5 rojnameger jî di navê de 36 kesên ku binçavan de ne ji bo îfadeya wan bê girtin careke din birin Nisêbînê.   Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê li dijî êrîşên ku li ser Rojava tên kirin, di 21’ê çileyê de ber bi sîorê Qamişloyê ve meşa ku hat lidarxistin de polîsan êrîş kir. Di êrişan de di navê de nûçegihana ajansa me Pelşîn Çetînkaya, nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê Heval Onkol, Hevseroka Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firatê Kesîra Onel, rojnameger Ferhat Akinci û Mûhammed Alî Yilmaz jî navê de bi tevahî 36 kes hatin binçavkirin.   36 kesên ku li Midûriyeta Polîsan a Mêrdinê de dihatin girtin, duh êvarê bi îdîaya “ji memûr re mukavemet" û “berxwedana li hember pêkanîna karekî” îfadeyên wan hatin girtin. Li ser talimata Dozgeriya Nisêbînê kesên binçavan de ji bo îfadeyê careke din birin Nisêbînê.   Îro tê payin ku îfadeyên wan li dozgeriyê bê girtin.