Siyasetmedarên Ingilîz ji bo Rojava bang kir 2026-01-23 11:39:25   NAVENDA NÛÇEYAN - Di demeke êrişên ser Rojava didomin de siyasetmedarên Ingilîz bang li hikûmeta Ingilistanê û dewletên din kir ku li dijî êrişan bikevin nava tevgerê.    Di demeke êrişên li ser herêma Rojava ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin de, ji Ingilistanê siyasetmedarên girîng bang li civaka navnetewî dikin ku li dijî êrişan tevbigerin û gotin: “Em nikarin li hemberî êrişên li ser Rojava bêdeng bimînin.”   Baroness Natalie Bennett, endama Partiya Kesk a Kamaraya Lordan, got: “Di cîhanê de gelek tişt diqewimin, lê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pir kêm balê dikişînin. Lê belê ev herêm pir zêde balkişandinê heq dike. Li Rojava yek ji çandên herî zindî yên demokratîk ên Rojhilata Navîn heye; li vir ji bo demokrasiyê, mafên jinê û avakirina aştiyê gelek hewldan hatine dayîn. Niha Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) hatine terikandin. Agirbesteke muzakere kirî hebû, lê niha êrişeke giran û xwînî li ser wan heye. Divê hikûmeta Brîtanya dengê xwe bilind bike, bang li nûkirina agirbestê bike, hikûmeta Sûriyeyê divê bêtir xweseriyê bide herêma ku piranî Kurd in û êrişî bajarên piraniya Kurdan neke. Em nikarin li vê yekê bêdeng bimînin.”   Parlamenterê Partiya Karkeran Bell Ribeiro di nirxandina xwe de rewşa li Sûriyeyê wekî ‘tirsnak’ binav kir û wiha got: “Gava em li bûyeran dinêrin, ew di bin gefê de ne. Di dawiyê de civaka navneteweyî divê li hev bicivin û xetereyê kuştin û hewldanên tundiyê bidin sekinandin. Hikûmeta Brîtanya û hikûmetên din divê rola xwe bilîzin da ku bi awayê herî bi bandor vê yekê rawestînin. Di hefteyên pêş de divê gavên berbiçav bên avêtin.”   Bell Ribeiro, diyar kir ku dema êrişên li ser Rojava didomin, raya giştî ya navnetewî û hikûmet divê bêdeng nemînin.