Li Dihokê alîkarî ji bo Rojava tê komkirin 2026-01-24 16:49:10     NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo piştgiriya gelê Rojava li Dihokê kampanya alîkariyê ku hatibû destpêkirin di roja 3’yan de didome. Heta niha bi sedan ton alîkariya xorek hatiye berhevkirin.   Li bajarê Dihokê ji bo piştevaniya gelê Rojava kampanya alîkariyê hatiye destpêkirin. Kampanya alîkariyê di roja 3’yan de dewam dike.   Kampanya wê heta roja duşemê dewam bike. Her wiha li gelek devera bajar nêzîkî 20 sindoqên alîkariyê hatine danîn.   Li gorî agahiyan li sînorê Dihok ya ser bi îdareya serbixwe ya Zaxoyê 300 ton xorek hatiye berhevkirin. Her wiha bi dehan milyon dînar jî pere hatiye komkirin.