Rejîma Îranê zêdetirî 150 jin şand girtîgeha girtiyên siyasî 2026-01-25 16:24:29   NAVENDA NÛÇEYAN - Zext û zilma rejîma Îranê ya li ser jinan berdewame. Hat ragihandin ku rejîma Îranê zêdetirî 150 jinên ku di xwepêşandanên dawî de hatine binçavkirin, şandiye beşa siyasî ya girtîgeha Şîrazê.   Rêxistina HRANA’yê ragihand ku rejîma Îranê zêdetirî 150 jinên ku di xwepêşandanên demên dawî de li Îranê hatine binçavkirin, şand beşa siyasî ya Girtîgeha Adil Abad a bajarê Şîrazê. Hat diyarkirin ku piraniya wan xwendekarin û gelek jê temenê wan di jêr 18 saliyê de ne.   Her wiha rêxistinê eşkere kiriye ku hejmarek zêde ya jinên hatine binçavkirin, hatine xistina odeyek 30 kesî de. Her wiha zêdetirî du heftene peywendiya bi girtîgehê re qut bûye û girtî nikarin li gel malbatên xwe hevdîtinê bikin.