‘Em bi rihê berxwedana Kobanê ji nû ve bi ser bikevin’ 2026-01-26 09:02:41   Evîn Çîftçî   RIHA - Aynûr Yilmaz ku keça wê di pêvajoya 2014’an de tevli YPJ’ê bû wiha got: “Hîna ku DAIŞ nehatiye vir em biçin Rojava. Em bi rihê berxwedana Kobanê ji nû ve bi ser bikevin.   Polîtîkayên DAIŞ’ê yên di sala 2014’an de yên li hember Rojava, bi berxwedana gel vala hat derxistin û vê berxwedanê li têkoşîna bi rûmet a dîrokî şopa xwe hişt. Ji 6’ê Çileyê heta niha HTŞ, DAIŞ û komên paramîlîter ên girêdayê Tirkiyeyê êrîşên li hember Rojava didomîne. Gel li dijî van êrîşana li her çar alî li ser piyan e û bi çalakiyan protesto dikin. Aynûr Yilmaz ku keça wê di 2014’an de di pêvajoya Kobanê de tevli Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bû ji ajansa me re axivî.   ‘Em bi rihê Kobanê ji nû ve bi ser bikevin’   Aynûr Yilmaz daxuyakirin ku hîna ku DAIŞ nehatiye divê biçin Rojava û wiha got: “Em bi rihê berxwedana Kobanê bi ser bikevin. Wek dayik kezeba me şewitî lê bila yên kesên din neşewite. Di rojên borî de DAIŞ hat Tirkiyeyê û çar polîs kuşt. Dewlet van nizanin? Çima piştgiriyê didê? Ez bang li dayikên leşker û polîsan dikim. Gelo li bendê ne ku DAIŞ were vir. Hîna ku DAIŞ nehatiye vir em biçin Rojava. Em dest bidin hev û bibin mertalên zindî.”   ‘Ez neparêzim ez ê jî bi wan re bimirim’   Aynûr Yilmaz behsa keça xwe ya ku tevli YPJ’ê bûye, kir û wiha dewam kir: “Keça min di pêvajoya Kobanê de tevli bû. Piştî keça min tevli YPJ’ê bû, em bi telefonê axivîn. Got ‘dayê dest ji pevçûna kurd-tirk berdin mirovahî ji dest diçe. Serê kal û pîran tê jêkirin. Ez hatim vir û li dijî DAIŞ’ê têdikoşim. Heta ji destê min tê ez ê biparêzim. Neparêzim jî ez ê jî bimirim.’ Ger min bixwesta min ê bi destê xwe sînor parçe bikira û keça xwe bianiya. Lê  keça min got mirovahî ji destê me diçe. Min ji bo gelê Kurd got keça min li wir têbikoşe.”   ‘Çekên dane DAIŞ’ê wê rojekê berê xwe bidin wan’   Aynûr Yilmaz wiha dawî lê anî: “Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de bang kir û pêvajoyek da destpêkirin. Em pir kêfxweş bûn. Lê em dinêrin ku hem bi Birêz Ocalan re hevdîtinê dikin hem dibêjin aştî û li aliyê din jî dibêjin em Kurdan ji Rojava tune dikin. Ev siyaseteke çawa ye? Ez siyasetek wisa qebûl nakim. Ger aştiyek hebe divê li cem DAIŞ’ê nesekinin. Hakan Fîdan dest dide DAIŞ’ê. Çekên didin DAIŞ’ê wê rojekê berê xwe bidin wan. Dibêjin Tirk-Kurd xwişk birane. Lê piştgiriyê didin DAIŞ’ê.”