Hejmara 3'yemîn a Rojnameya Azadiya Welat derket 2026-01-26 09:51:30   NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara 3'yemîn a Rojnameya Azadiya Welat bi manşeta “Keziya honandî ya Kurdistanê” derket.   Rojnameyê vê hefteyê honandina keziyan û berxwena Kobanê derxist pêş. Dîsa li ser serhildanên gel ên li Îranê jî cih da hevpeyvîna ku bi Rojnager Zehra Muhamed Zareh re çêkiiye. Di hevpeyvînê de Zehra Muhamed Zadeh li ser armanca serhildana gel, sedemên serhildana gel û êrîşên Rejîma Îranê radiweste. Zehra Muhamed Zadeh destnîşan dike ku li dijî êrîşên li ser kurdan berxwedaneke topyekun şert e.    Nivîskarên rojnameyê bi minasebeta salvegera paqijkirina Kobanê ya ji DAIŞ'iyan balê dikişinin ser berxwena Kobanê û wateya berxwedana Kobanê. Li aliyê din nivîskar li ser honandina keziyan ku di rojên dawî de zêde bûye rojev radiweste û honandina keziyan wekî jiyana bi rêxistin û azad pênase dike. Nivîskar Felemez Ulug bi sernavê “Manîfestoya serhilanê”, Nivîskar Hesen Huseyin Denîz bi sernavê “DAIŞ'a hevsarkirî bi dilê serdestan e”, Nivîskar Cahit Kirkazak bi  sernavê “Hatin ji newalê bûn xwediyê malê”, Nivîskar Medenî Ferho bi sernavê “Banga Rêber Ocalan banga xelasiyê ye”, Nivîskar Îbhrahîm Êzidî, bi sernavê “Ji dîroka kevnar heta çeperên Rojava: Kezî” balê dikişinin ser têkoşîn û berxwedana kurdan.