Şêniyên Amûdê û Dêrikê bang li hêzên navneteweyî kirin 2026-01-26 23:40:06   NAVENDA NÛÇEYAN - Şêniyên bajarên Amûdê û Dêrikê di salvegera rizgarkirina bajarê Kobanê ji çeteyên DAIŞˊê de diyar kir ku wê Kobanê li dijî terorê bimîne sembola berxwedan û serkeftinê.   Çalakavan û şêniyên bajarê Amûdê yê kantona Cizîrê bi boneya salvegera rizgarkirina Kobanê ji DAIŞˊê çalakiyek li dar xist, êrişên çeteyên hikumeta demkî yên bi piştgiriya dewleta Tirk şermezar kirin.   Şêniyan li Qada Jina Azad a Amûdê pankartên "Di salvegera rizgarkirina Kobanê de terorê êriş dike", "Bijî berxwedana Rojava" hildan û got wê Kobanê li dijî terorê bimîne sembola berxwedan û terorê. Bang li aliyên eleqedar û rêxistinên hiqûqî hat kirin ku bi erkên xwe yên rawestandina van binpêkirinan li dijî Kobanê û Rojava rabin.   Ciwanên Dêrikê têkildarî êriş û komkujiyên ku çeteyên hikumeta demkî û artêşa dewleta Tirk a dagirker li dijî gelê Kurd ê Rojava pêk tînin daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de ew sûcên li dijî Kurdan ji Şêxmeqsûdê, heta bi Hesekê û Kobanê şermezar dikin.   Ciwanan bang li hêzên navneteweyî kir ku destwerdanê bikin, welatiyan biparêzin, rê li ber qirkirina irqî bigirin.