Li Nisêbînê bang kirin: Ya ku Rojava dike Rojava fikrên Birêz Ocalan e 2026-01-27 13:12:33   MÊRDÎN - Li Nisêbînê ji bo Rojava daxuyaniya ku hat dayîn de Parlamentera Şirnexê Newroz Uysal Aslan axivi û got, “Ev êriş, dorpêç êrişeke li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Ya ku Rojava dike Rojava fikrên birêz Ocalan in.”   Platforma Saziyên Demokratîk a Mêrdînê xwest têkildarî êrişên li dijî Rojava li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê meşekê li dar bixe. Polîsan “biryara qedexeyê” ya Walîtiya Mêrdînê weke hincet nîşan da li hemû rêyên diçin navçeyê noxteyên kontrolê danîn ketina gelek wesayîtan a li navçeyê astengkirin.    Tevî astengkirinan jî girseya ku parlamenterên DEM Partiyê, hevşaredar, endamên Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê, ciwanên enternasyonalîst, Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJA'yê, endam û rêveberên partiyên siyasî û saziyên sivîl ên civakî ên ji Mêrdîn û Şirnexê û navçeyên wê hatin li Qada Newrozê kom bûn.    Girseyê li vir dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava”, “Rojava Rojhilat e Kurdistan yek welat e”, “Rojava rûmet e, rûmeta gelê Kurd e”, “Yek e yek e yek e gelê Kurd yek e” berz kirin û stranên şoreşgerî gotin. Dayikeke ji Rojhilat tîşortê ku wêneyê kurê wê yê di têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de jiyana xwe ji dest da li ser bû nîşanî polîsan da û got “Gelê Kurd yek e, hûn nikarin biqedînin. Gelê Kurd gelekî birûmet e, li hemberî we serî natewîne.” Girseya ku ji bo meşê kom bû dowîzên “Rojava xeta me ya sor e”, “Kezên me berxwedan e”, “Jin jiyan azadî” û “Ji dagirkerî, dorpêç û komkujiyê re na” hilgirtin. Girseyê di bin dorpêça polîsan de demekî dirêj dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava”, “Rojava rûmeta me ye”, “Terorîst Colanî”, “Bijî berxwedana Kobanê” berz kirin û stranên şoreşgerî gotin. Ji ber destûra meşê nehate dayîn li Qada Newrozê daxuyaniya çapemeniyê hate dayîn.   Di daxuyaniyê de ku pankarta li ser “Rojava berxwedan e, azadî ye, wijdan e, nikare teslîm bê girtin. Xwedîderketina li Rojava Xwedîderketina li Mirovahiyê ye” hate hilgirtin, parlamenterên DEM Partiyê Adalet Kaya û Newroz Ûysal Aslan axivîn.   ‘Dixwazin Kobanê careke din di nav tarîtiyê de bihêlin’   Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kaya ku ewilî axivî, bertek nîşanî dorpêça polîsan da û wiha got: “Gelê Kurd li çar aliyê cîhanê bûye yek lê Walîtiya Mêrdînê vê mafên me yên demokratîk asteng dike. Ev qedexe bêhiqûqî ne. Heta ku Kobanê di bin dorpêçê de be gelê Kurd dê li her derê li kolanan be. Beriya 11 salan duh Kobanê hate rizgarkirin. Hewl tê dayîn Kobanê careke din din nav tarîtiyê de bihêlin. Gelê Kurd bi salan e ji bo azadiya xwe têdikoşe. Kobanê Pirsûs e, Amed e. Bila her kes vê bizanin, gelê Kurd yek e Kurdistan yek e.   Divê dorpêça li Kobanê bê rakirin, deriyên sînoran vekin   Em ji Nisêbînê li kêleka Qamişloyê bang dikin; li Kobanê 5 zarok ji ber sermayê jiyana xwe ji dest dan. Dibêjin agirbest heye lê li gorî agirbestê tevnagerin. Dema ev dibin ji me re dibêjin ku dengê xwe dernexînin. Hûn nikarin berxwedana gelê Kurd asteng bikin. Tişta li Kobanê tê kirin li hemû Kurdan tê kirin. Dixwazin Rojava di nava tarîtiya DAIŞê de bihêlin. Dê jin destûrê nedin vê yekê. Divê dorpêça li ser Kobanê bê rakirin û deriyên sînor vekin ku alîkariya mirovî bikare biçe. Alîkarî amade ne divê deriyên sînor bên vekirin. Em ji rayagiştî ya cîhanê re bang dikin divê her kes ji Rojava re bibe deng. Gelê Kurd dê li malên xwe nerûnin, li dijî kesên ku dixwazin me bifetisînin em ê dengê xwe bilind bikin.”   ‘Derdê wan ne aramî ye, derdê wan Kurd in’   Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Ûysal Aslan jî bi bîr xist ku gelê Kurd bi rojan e li ser pêyan in û wiha got: “21 roj in êriş berdewam dikin. Ya ku li Sûriyeyê êriş dike hikumeta Şamê ya ku aştiyê û xwişk û biratiyê naxwaze ye. Pêkanînên HTŞê berdewama DAIŞê ye. Tiştên ku îro li Rojava diqewimin hewldanên ku Kurdan sedsaleke din bêstatu bihêlin e. Li Sûriyeyê êrişeke li dijî pêşeroja gelan heye. Li Sûriyeyê têkoşîneke enternasyonalîst hedef tê girtin. Li vir ciwanên enternasyonalîst hene. Li Rojava ‘Şoreşa Jinan’ hedef tê girtin. Gelek hêzên navneteweyî di nava vî şerê qirêj de hene. Amerîka, Tirkiye û gelek welatên Ewropayê li dijî vê qirkirinê bêdeng man. Ev dengê ku li dijî vê qirkirinê derdikeve tê re nake. Cihê li Sûriyeyê herî bi îstîkrar Rojava bû. Derdê wan ne aramî ye, derdê wan Kurd in.”   ‘Dema li cihekî şer û qirkirin hebe, li cihekî din çareserî nabe’   Newroz Ûysal Aslan bal kişand ser banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê Sibatê de ragihand û wiha domand: “Dema li cihekî şer û qirkirin hebe li cihekî din çareserî nabe. Ev êriş, dorpêç êrişeke li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Ya ku Rojava dike Rojava fikrên Birêz Ocalan e. Divê herkes planên qirêj ên li dijî vê yekê tên kirin bibîne. Ji bo ku korîdorek were vekirin îro em li qadan e. Van êrişan bingehek ji bo pêkanîna yekîtiya neteweyî ya gelê Kurd ava kir. Kesên li ser Rojava hesaban dikin bila baş bizanin ku gelê Kurd Rojava bi tenê nahêle.”   Daxuyanî bi dirûşma “Bijî berxwedana Rojava” bi dawî bû.