Malperên wezaretên HTŞê di destê Hackerên Kurd de ne 2026-01-27 20:07:09   NAVENDA NÛÇEYAN - Komek Hackerên Kurd malperên wezaretên ku ji hêla HTŞê ve hatin avakirin ku êrişî Rojavayê dike, hack kirin.   Komeke hackerên Kurd a bi navê Tîma Ş. Hevrîn Xelef Hecker malperên Wezareta Karên Hundir û Wezareta Aborî û Bazirganiya Derve ku her du jî ji hêla HTŞê ve hatine avakirin, hack kirin. Koma hackeran rûpelên wezaretên ku hackkirî, parve kirin.   Komê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ev çalakî hewldanek e ji bo hesabpirsîna ji berpirsiyarên binpêkirinên mafên mirovan û komkujiyên li Rojavayê. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Sûcdarên her dilop xwîna ku li Rojavayê hatiye rijandin dê bi rêya kavilên dîjîtal ên van saziyan hesab bipirsin.” Hat gotin ku êrişên HTŞê, komên bi mejiyê DAIŞê û hêzên piştgir ên wan li dijî gelê Kurd gihîştine astên qirkirinê. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di rewşeke ku zarok ji sermayê dimirin û jin dibin hedef de bêalîbûn tê wateya hevkariya sûc.   Her wiha komê diyar kir ku ew torên leşkerî û siyasî yên saziyên girêdayî HTŞê dişopînin û hewldanên berhevkirina daneyan berdewam dikin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em ne tenê pergalên we têk dibin, di heman demê de em hemû torên we yên leşkerî û siyasî, mekanîzmayên tepeserkirinê yên Wezareta Karên Hundir û şopên danûstandinên we yên qirêj bi dewleta Tirk re bi kûrahî dişopînin.”   Tîma Hacker a Ş. Hevrîn Xelef, di beşa bangewaziyê ya daxuyaniya xwe de bang li hackerên li çaraliyê cîhanê kir û ji wan xwest ku li hember tiştên li Rojavayê diqewimin, “Di vê têkoşîna adil de cihê xwe bigirin, êrişî binesaziya zilmê bikin û bêdeng nemînin”.