Rêveberiya Xweser: Daxuyaniyên navneteweyî bêyî gavên pratîkî têrê nakin 2026-01-27 21:30:36   NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hewldanên ji bo agirbesta mayînde pêşwazî kir, diyar kir ku daxuyaniyên navneteweyî bêyî gavên pratîkî têrê nakin. Rêveberiyê berxwedana gel û hêzên parastina xakê û rûmetê dikin silav kir.   Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî daxuyaniya Amerîka-Ewropayê de daxuyaniyek nivîskî da.   Di daxuyaniyê de hat gotin ku: "Em Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de tişta ku di daxuyaniya Amerîk–Ewropî de der barê dirêjkirina agirbesta li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, pabendbûna bi agirbestê, piştgiriya aramiyê, parastina korîdorên mirovî û ji nû ve destpêkirina xizmetguzariyên bingehîn bi taybet li bajarê Kobanê de, şopand.   Di dema ku em tekeziyê li ser çi xebatên ku armanca wan bidawîkirina tundiyê û parastina sivîlan dikin de, em balê dikişînin ser vê rastiyê ku rewşa li ser erdê bi tevahî bi naveroka vê daxuyaniyê re bi nakok e. Êrîşên leşkerî û binpêkirinên peymana agirbestê ji aliyê hikumeta demkî ya Şamê ve berdewam dikin. Ev jî berovajîkirina eşkere ya hemû bangewaziyên navneteweyî ye bêyî ku tu gavên pratîkî yan tedbîrên astengkirinê ji bo rawestandina van binpêkirinan werin avêtin.   Di dema ku gelê me rastî êriş û binpêkirinan tê de, tenê dayîna daxuyaniyan bêyî tu tedbîrên piratîkî ji bo rawestandina wan, têrê nake. Ev yek van daxuyaniyan ji asta helwestan derbas nake. Di dema ku dorpêçeke giran li ser bajarê Kobanê didome de, herêmên ewle her tim rastî êrişên berdewam tên û ev yek gefan li jiyana sivîlan û astengkirina aramiyê, dixwe.   Berdewama van êrişan di ronahiya agirbesta ragihandî de, ji civaka navneteweyî û aliyên ku piştgiriyê didinê re, tê xwestin ku helwestên cidî û berpirsiyariyê bigirin û ji zimanê daxuyaniyan ber bi gavên pratîkî ve biçin ku parastina gelê me garantî bikin, êrişan rawestînin, dorpêçê rakin û gihandina bê asteng a alîkariyên mirovî misoger bikin.   Di dawiyê de em bi rêzdarî berxwedana gelê xwe, hêzên xwe yên leşkerî ku di çarçoveya mafê xwe yê rewa de li hember êrişan disekinin, parastina xak û rûmetê dikin, ewlehî û aramiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diparêzin, silav dikin. Em diyar dikin ku îradeya gelê me ji hemû hewldanên dijminahî û zextê, xurtir e."