Zanîngeha Kobanê: Em bi xwîna xwe seferber bûn 2026-01-28 13:48:53   NAVENDA NÛÇEYAN - Mamoste û xwendekarên Zanîngeha Kobanê der barê êrişên li ser Rojava û bi taybet li ser Kobanê de daxuyaniyek da û peyama "Em bi xwîna xwe seferber bûne” da.   Mamoste û xebatkarên Zanîngeha Kobanê daxuyaniyek da û êrişên Ii ser Rojava û bi taybet ên li ser Kobanê şermezar kirin.   Daxuyanî ji aliyê hevserokê Zanîngeha Kobanê Şervan Mislim ve li pêşiya avahiya zanîngehê hate dayîn. Daxuyanî bi vî rengî ye:   "Em bi navê mamoste û xebatkarên Zanîngeha Kobanê, van êrişên dawîn ên li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar dikin. Bê guman ev êriş bandoreke mezin li ser rewşa jiyanî ya civakê kir. Bajarê Kobanê ev demeke dirêj e ji her çar aliyan ve hatiye dorpêçkirin û pêdiviyên jiyanî li Kobanê hatine tunekirin. Ji ber vê yekê civaka me di nava zor û zehmetiyeke dijwar de ye. Van êrişên djimin bandoreke herî mezin li ser civakê û sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser kir.   Wek Zanîngeha Kobanê ku yek ji saziyên Rêveberiya Xweser e, em van êrişan şermezar dikin. Ji ber van êrişên dijmin bandor li Zanîngehê kir ku zanîngehe hateye rawestandin. Çawa ku zanîngeha Kobanê di rewşên aram de li kêlek civaka xwe rol û misyon dilîst û pêşengtiya civakê dikir. Di roja îro de di rojên her zehmet de çi ji destê me were, em ê dîsa jî di xizmeta gelê xwe de bin. Em ê mamoste û xebatkarên xwe li kêleka civaka xwe bisekinin.   Wekî tê zanîn ku beriya çend rojan Desteya Tenduristiyê daxuyaniyek dabû û bang kiribû ku pêdiviya wê bi xwînê heye. Em mamoste û xebatkarên zanîngehê em ê bi xwînê alîkar bin û em di xizmeta gelê xwe de ne.   Banga me ji bo saziyên mafên mirovan û bi taybet ên zarokan ew e ku ji bo piştgiriya bidin Rojava û Kobanê.”