Li Çemçemalê peykerê keziyeke 5 metre 2026-01-28 22:41:40   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Peymangeha Hunerên Bedew ya Çemçemalê peykerê keziyeke 5 metre dirêj ji bo piştgiriya berxwedana Rojavayê Kurdistanê hat çêkirin.   Li Peymangeha Hunerên Bedew ya Çemçemal ya ser bi parêzgeha Silêmaniyê, bi amadebûna berpirsên perwerdehê û xwendevanan, çend çalakiyên hunerî ji bo piştgiriya berxwedana Rojavayê Kurdistanê hatin lidarxistin.   Çalakiyan bi deqeyek rêzgirtinê û bi gotina Sîrûda Netewî Ey Reqîb, destpê kirin.Piştre Rêveberê Perwerdeya Çemçemalê Qasim Elî, Dekanê Peymangeha Hunerên Bedew a Çemçemalê Dara Elî, peykerê Kezî yê pênc metre dirêj, ku ji  alî xwendevanan ve hatibû çêkirin û li ser bedena peymangehê hatibû danîn, vekirin.   Çend xwendekarên din yên peymangehê jî bi gotina helbestan tevlî çalakiyên piştgiriyê bûn.