Ji Nexweşxaneya Gel ji bo alîkariya dermanan bang 2026-01-30 12:54:06   Jiyan Gencan   QAMIŞLO - Li nexweşxaneya Gel a Qamişlo kêmbûna dermaman jiyana nexweşên gurçikan di xeterê de ye. Ji rêveberiya nexweşxaneyê Meysa Meter diyar kir ku bi taybetî jiyana nexweşên gurçikan di xeterê de ye û ev tişt got,"   Tenê ji bo 7 rojan derman maye. Piştî derman xelas bûn, 145 nexweş wê bi mirinê re rubirû bimînin. Ji bo wê pêdiviya me gelek bi dermanan heye. Em banga alîkariyê dikin.   Di 6'ê Çileyê de komên cîhadîst ên girêdayî rêveberiya demkî ya Şamê li hemberî Rojavayê Kurdistanê êrîşên piralî daN destpêkirin. Bi êrîşên komên cîhadîst re dorpêça li ser herêmê jî giran dibe. Ji ber êrîş û dorpêça li ser Rojava bi gîştî nexweşxaneyan derman kêmin. Bi taybet li Nexweşxaneya Qamilşo ya Gel di nava 7 rojan de dermanê gurçikan  dê biqede. Li Qamilo 2 nexweşxaneyên şuştina gurçikan hene, di her 2 nexweşxaneyan de jî bi gîştî 145 nexweş hene. Di nava 7 rojan de eger ev derman neyên peydakirin wê 145 kesên ku girêdayî wan dermanan e dibe jiyana xwe ji dest bidin.     Derbarê rewşê de Ji Rêveberiya Nexweşxaneya Gel a Qamişlo Meysa Meter ji ajansa me re axivî.   Meysa Meter diyar kir ku rewşa nexweşên gurçikan di metirsiyê de ye û got: " Ji ber dorpêçê dermanê gurçikan êdî ji me re nayê. Tene di nexweşxaneya Gel ya Qamişlo de 60 nexweş hene. Li nexweşxaneya Elaya jî 60 nexweş hene. Gelê me yê koçber bûye jî di nava wan de jî 25 nexweş hene.  Bi gîştî 145 nexweşê me hene û rewşa wan giran e."   'Li Qamişlo dermanê gurçikan nayê peydakirin'   Meysa Meter anî ziman ku li Qamişlo êdî dermanê gurçikan nayê peydakirin û wiha anî ziman: " Li Qamişlo bi gîştî dermanê gurçikan nemaye, di rewşa heyî de tenê ji bo 7 rojan derman di deste me de heye. Eger derman negihêje me wê kerasetek mirovî derkeve holê. Ji dervî wan dermanan êdî em nikarin derman bidin nexweşên xwe. Wê nexweşxaneya me ya Elaya ku tenê nexweşxaneya şuştina gurçikane bê rawestandin."   Meysa Meter dermanên ku lezgîn ji bo wan lazimin navê wan wiha rêz kir:   -Material Name   -Arteriovenous Tube   -Blood Filter   -Fistula Needles   -Acetylated Acid   -Sodium Bicarbonate(Two Intakes)   -Sterile Solution(Diasteryl)   Meysa Meter anî ziman ku 145 kesên li gel me derman dibin pîştî 7 rojên din em nizanin wê rewşa wan çi be û divê derman ji bo me were û wiha dirêjî dayê: " Em di rewşek gelek giran re derbas dibin, nexweşên me  pêwîstiya wan bi dermanan heye. Pêwîste bi lezgînî pêdiviya bi dermanan li ber çav bê girtin. Li herêmê bi giştî dermanên me li ber qedandinê ne."   "Divê saziyên tenduristiyê dengê me bibhîsin"   Meysa Meter herî dawî banga lezgîn ji bo raya gîştî kir û wiha dawî li axaftinê xwe anî: " Em bang li saziyên pêwendîdar dikin ku dengê me bibhîzîn û ji bo me dermanan bişînin. Em di rewşek giran re derbas dibin. Jiyana 145 kesan di nava xeteriyek mezin de ye."