Foza Yusif li ser lihevkirina QSD’ê û Hikûmeta Demkî ya Sûriye agahiyên zêdetir da 2026-01-30 19:12:37   NAVENDA NÛÇEYAN - Endama Komîteya Danûstandinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hikûmeta demkî ya Sûriye re Foza Yûsif hûrgiliyên peymana dawî ya di navbera QSDˊê û hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de ragihandin.   Endama Komîteya Danûstandinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hikumeta demkî re Foza Yûsif tevlî  qanala “El Yom” bû, hûrgirliyên lihevkirina dawî ya di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de ku îro hatiye ragihandin, eşkere kir.   Foza diyar kir ku dê Hêzên Sûriya Demokratîk veguherin tûgayên leşkerî, li herêmên Cizîrê û Kobanê werin bicihkirin, di heman demê de ku hêzên QSD û hikûmeta demkî ji eniyên şer vekişin. Foza da zanîn ku dê dewletên garantor çavdêriya pêkanîna bendên peymanê bikin.   Ewlekariya Hundirîn û parastina herêman   Foza anî ziman ku hêzên Asayîşê dê berpirsiyarê parastina herêmên ku piranî Kurd lê dijîn bin, lê hebûna hêzên ewlehiyê yên girêdayî Wezareta Karên Hundirîn a hikumetê dê demkî be, ji bo armanca koordînakirina temamkirina pêvajoya entegrasyonê, wê hebûna wan ne herdemî be.   Endama Komîteya Danûstandinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Foza Yusif destnîşan kir ku birêvebirina herêmên niha dagirkirî ne, weke Efrîn û Serêkaniyê ji hêla şêniyên herêmê ve bin.   Şêwazê rêvebirina îdarî   Foza diyar kir ku deriyên sînor, balafirgeh û bîrên petrolê dê bi karmendkirina rêveberên herêmî di bin kontrola navendê de bin. Ruxsetkirina saziyên ragihandinê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji di destê Şamê de be.   Foza têkildarî saziyên perwerdehiyê got, dê ew sazî parastina taybetmendiya xwe bikin, komîteyên hevbeş ên nîqaşkirina berdewama proseya perwerdehiyê werin avakirin, di nav de meteryal û zimanên xwendinê, wê bawernameyên Rêveberiya Xweser hemû jî werin pejirandin û verastkirin.   Dosyaya DAIŞ’ê   Endama Komîteya Danûstandinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Foza Yûsif diyar kir ku dê QSDˊê, hemwextî veguhastina girtiyan bo Iraqê, di parastina girtîgehên DAIŞˊê de berdewam bikin. Heta niha navê parêzgerê Hesekê nehatiye diyarkirin û wê cîgirê Fermandarê Ewlekariya Hundirîn a parêzgehê ji hêla QSDˊê ve bê destnîşankirin.   Mijara Yekîneyên Parastina Jin (YPJ)   Têkildarî mijarê YPJˊê Foza Yûsif got di peymanê de nehat bibîrxistin, lê wê weke dosyayek taybet di qonaxa bê de bê nîqaşkirin.   Di dawiyê de Foza Yûsif got hîna pêdiviya peymanê bi şopandina berdewam a çareserkirina gelek mijaran pirsgirêk heye.