Jin ji bo parastina destkeftiyên şoreşê derketin qadan 2026-01-31 13:40:24   NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên bajarê Qamişloyê û navçeyên wê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi pêşengtiya Kongra Star, ji bo parastina destkeftiyê şoreşê û piştgiriya berxwedana gel daketin qadan.   Jinên bajarê Qamişlo û navçeyên wê bi pêşengtiya Kongra Star, ji bo meşa navneteweyî ya cîhanî ya ku ji aliyê Înîsiyatîfa Jinan ve hatibû destpêkirin, parastina destkeftiyên şoreşê û piştgiriya berxwedana gel, dest bi xwepêşandanê kirin. Ev gav mezinahiya berpirsyariya dîrokî ya ku jin di parastina şoreşa jinan û parastina destkeftiyên wê de hildigrin nîşan dide. Xwepêşandan bi tevlîbûna bi sedan jinan, li bajarê Qamişlo li ber Çarxereya Darê ya Stadyûma şehîdên 12'yê Adarê dest pê kir.   Piştî deqeyek rêzgirtin Berdevka Kongra Star Rîham Loqo axivî û da zanîn ku ji po parastina destkeftiyên Şoreşa Jinê ji qada berxwedana têkoşînê, YPJ’ê silav dikin. Rîham Loqo bal kişand ser qadên şoreşa jinê û berxwedana rûmetê ku bê navber li hember van hişmendiyên desthilatdar û sîstema sed salî didomin û wiha got: “Dixwazin hebûna jinan tune bikin, lê jinên Kurd bê navber li hember van desthilatdaran bi wêrekî û felsefeya Rêber Apo sekinîn û daketin qadên şoreşa jinê. Jinan bi dengekî bilind felsefeya Jin Jiyan Azadî bilind kirin, dan zanîn ku wê sedsala 21’an sedsala azadiya jinan be û jin di van sîsteman de mînakan ava bike her wiha wê bibe sedsala azadiya gelê azadîxwaz. Sîstema ku jinan pêşengtiya wê kir ku bi rengekî demokrasî û aştî ava kirin, ev sîstema ku jinan pêşengtiya wê kir, wê tu carî têk neçe û em ê van destkeftiyan biparêzin.”   Xwepêşandan bi dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.