Şandeya hunermendên Kurd çû Rojava 2026-01-31 16:09:21   NAVENDA NÛÇEYAN - Şandeya ku ji hunermendên Kurd pêk tê ji bo piştgiriya serferberiyê çû Rojava.   Hunermend Diyar Dêrsim, Hozan Şemdîn, Gulbihar Rehîm, Luqman Salim Fetah, Rênas Sedî, nivîskar Kaşker Xorşîd û lîstikvan Deniz Nagî û rojnamevan Danyal Cemîl bi armanca piştgiriya berxwedanê û seferberiyê hatin Rojava.   Şande di deriyê Sêmalkayê re derbasî bû û ji aliyê gelê ve bi girseyî hat pêşwazîkirin.   Şande dê serdana saziyên hunerî, çandî, partiyên siyasî û rêxistinên civakî bike.