Tora Mafên Zarokan a Amedê banga lezgîn kir 2026-01-31 16:36:51   AMED - Tora Mafên Zarokan a Amedê ji bo zarokên Rojava “Banga lezgîn” li cemaweriya cîhanê kir û xwest ku pêdiviyên bingehîn ên zarokan, xurek, av, kelûpelên tibî û derfetên ragihandin bê dabînkirin.    Tora Mafên Zarokan bi dirûşma “Zarok ne aliyên şer in” li Sumer Parkê daxuyanî da. Gelek pêkhate beşdarî daxuyaniyê bû û pankartên “Zarok ne kirdeyên şer in, ên jiyanê ne” û “Divê zarok berdêla xemsariya navnetweyî nedin” hatin hilgirtin. Metna daxuyaniyê ya Îngîlîzî ji aliyê Hevberdevka Torê Laleleş Ongul, yê Tirkî ji aliyê Hevberdev Îrfan Ekîncî û Kirmançkî jî ji aliyê Derûnas Berna Nazlier ve hatin xwendin.    Di metna bi sernava  “Ji aliyê Tora Mafên Zarokan a Amedê ji bo cemaweriya cîhanê banga lezgîn” de wiha hate gotin: “Rewşa insanî ya Rojava, veguheriye karesatek mirovahiyê ku zarok ji ber sermê û birçîna jiyana xwe ji dest didin. Gelê Kurd ê ku ji sala 2014’an ji ber şerê giran û mercên koçberiya bi zorê di mercên dijwar de têkoşîna jiyanê dide. Di serî de Kobanê gelek jîngeh ji aliyê komên çekdar ve bi awayekî sîstematîk hatiye dorpêçkirin. Di hefteyên dawÎ de ji ber sermê jiyana xwe ji dest dane. Ev mirin ne çarenûs in, encama polîtîkayên dorpêç û paşguhkirinê ne. Divê bombebaran a li ser jîngehên Rojava tavilê bê rawestandin. Pêdiviyên zarokan, xurek, av, sotemenî û derfetên ragihandinê bên dabînkirin. Heriha divê ji bo alîkariyên insanî Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê bê vekirin û ewlehiya parêzvanên mafên mirovan, tenduristvanên li Rojava bê dabînkirin. Divê dewlet û aktorên alîgirên vê yekê ne bêdeng nemînin.”