Kurdên li Almanyayê bi daxwaza ‘Statu ji bo Rojava” daketin qadan 2026-01-31 23:46:49   NAVENDA NÛÇEYAN- Li Almanyayê, Kurdistanî û dostên wan ên ku bi rojan in li dijî êrîşên li ser Rojava di nava çalakiyan de ne, îro jî daketin qadan û gotin: “Ne agirbesta demkî, statuya mayînde. Em ê têkoşîna xwe heta azadiya Rojava bidomînin.”   Kurdistanî û dostên wan, di meşên ku li gelek bajarên Elmanyayê hatin lidarxistin de, êrîşên li ser Rojava protesto kirin.   Munster   Kurdistaniyên ku bi rojan in çalakî û meşên xwe didomînin, di roja 10’emîn a çalakiyên xwe de, carekî din daketin qadan. Li bajarê Munster a Almanyayê, bi pêşengiya, Ciwanên Munster TCŞ, tevgera jinan, Meclîsa Herêmî û dostên Kurdan ve, çalakî hate lidarxistin. Çalakî li pêşiya Stasyona Trenê ya Navendî (HBF) destpê kir.   Çalakî bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre daxuyanî hatin dayîn. Di daxuyaniyan de hate destnîşankirin ku agirbestekî demkî ne têrker e û hate diyarkirin ku ew ê heta ku statuyeke mayînde ji bo gelê Kurd were naskirin, li qadan bin.   Di çarçoveya çalakiyê de, girseyê ji kolanên herî gelebalix ê bajêr dest bi meşê kir, ji stasyona trenê ya navendî heta Ludgeriplatz û ji wir heta navenda bajêr meşiyan. Di daxuyaniyên li pêşiya Rathaus (Şaredariyê) de, êrîşên li ser Rojava hatin şermezarkirin û hate diyarkirin ku heta ku gelê Kurd wê heta azadiya Rojava pêk were, têkoşîna xwe bidomîne.   Meş piştre, dîsa heta Stasyona Trenê ya Navendî dewam kir û li vir bi dawî bû.   Freiburg   Li bajarê Freiburgê yê Almanyayê, Kurdistanî û derdorên piştgiriyê bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Nuda li dijî êrîşên li ser Rojava meşiyan. Di meşê de ji bo balê bikşînin ser êrîşên DAÎŞ’ê şanoyek kurt hat pêşkêşkirin. Di çalakiyê de nûnerên Meclîsa Jinan a Nuda, Komeleya Elewiyan a Freiburgê û FKU’yê beşdar bûn û daxuyanî dan. Komeleya Elewiyan a Freiburgê destnîşan kir ku Rojava ji bo gelê Kurd ne tenê erdnîgariyek e, lê modelek e ku jiyana azad û wekhev lê şîn bûye. Di daxuyaniyê de hat gotin: “Li Rojava xweseriya demokratîk esas tê girtin û biryar ji aliyê gel ve tên girtin. Gel û baweriyên cuda bi hev re dijîn. Jin birêxistinkirî ne û bi pergala hevserokatiyê di rêveberiyê de cih digirin. Komeleyê diyar kir ku Rojava rastî bombeyan, hedefgirtina binesaziya sivîl û koçberkirina bi darê zorê tê, û got ku bêdengiya dewletên Ewropayê tercîhekî polîtîk e.   Stuttgart   Li navenda Stuttgartê bi banga YJKE-BW, FED-GEL û ADGB Stuttgartê, Kurdistanî, sosyalîst û dostên wan meşek girseyî pêk anîn. PYD, YNK, PDK-Î û PDK’a Başûr jî beşdar bûn. Di axaftinan de hat destnîşankirin ku peymana navbera QSD û hikûmeta demkî ya Sûriyeyê girîng e, lê divê di pratîkê de gavan bavejin. Hat gotin ku dorpêça li ser Kobanê berdewam dike û astengkirina alîkariyên mirovî ji aliyê dewleta Tirk ve hat protestokirin.   Bochum   Li navenda bajarê Bochumê, Kurdistanî û dostên wan bi alayên YPG û YPJ’ê ber bi stasyona trênê ya navendî ve meşiyan. Bi sloganên “Kurd yek in”, “Bijî Berxwedana Rojava” meşek hat lidarxistin. Li ber stasyonê bi zimanê Elmanî agahdarî hatin dayîn. Li ser navê "Bochumer Appell" û "Rat von unten", Militan Alo û Selma Gunbay daxuyanî dan û piştgiriya xwe ya ji bo gelê Rojava anîn ziman.   Koln   Li ber HBF a Kolnê, Kurdistanî û komên enternasyonalîst bi pankartên şermezarkirina komkujiyan meşiyan. Polîsan xwest ku pêşiya meşê bigire û nehişt alayên YPG û YPJ’ê bên hildan. Tevî zextên polîsan, girse heta Ebertplatzê meşiya. Hewldanên provokatîf ên polîsên Kolnê bi taybetî li dijî enternasyonalîstan di daxuyanî û axaftinan de hatin şermezarkirin.   Bodensee   Li Bodensee jî Kurdistanî li ber Hauptbahnhofê civiyan û êrîşên li ser Rojava protesto kirin. Girse sloganên “Bijî Rojava”, “Stop massacres” û “Terorîst Colanî” berz kirin. Di daxuyaniyan de daxwaz hat kirin ku êrîş tavilê rawestin û bang li raya giştî ya navneteweyî hat kirin ku li dijî van komkujiyan bêdeng nemînin.