Li Malmo çalakiya ji bo Rojava 2026-02-01 11:36:56   NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Malmo yê Swêdê ku bi rojan e ji bo Rojava çalakiyên piştgiriyê têne lidarxistin, êvara Şemiyê jî bi sedan Kurdistanî daketin qadan.   Girseya gel li Qada Möllevångstorget li hev kom bû û bi dirûşma "Bijî berxwedana Rojava" peyama piştgiriya bi Rojava re da.   Di çalakiyê de ji bo bîranîna şervanên ku di têkoşîna azadiyê ya Kurd de şehîd bûn, bi taybetî ji bo bîranîna Ziyad û Denîz deqeyek rêz hate girtin. Piştre axaftin hate kirin û hate ragihandin ku peymana navbera Rêveberiya Xweser a Rojava û Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê destpêkeke girîng e, lê belê çareseriya rasteqîn tenê bi garantiyên destûra bingehîn dibe.   Qisekeran bi taybetî diyar kirin ku divê gelê krud li hemberî polîtîkayên xapandinê û cihêkar hişyar bin û banga yekîtî û têkoşîna hevpar kirin. Her wiha hate ragihandin ku tifaqên qirêj ên hêzên navneteweyî li dijî Kurdan e û êrişên li ser Rojava jî di vê çarçoveyê de têne kirin.   Di çalakiyên de li dijî polîtîkayên qirkirinê banga xurtkirina piştevaniya bi hêzên berxwedanê yên li Rojava hate kirin. Çalakî bi dirûşman û peyamên piştevaniyê bi dawî bû.