Ji Pirsûsê bang: Em ê rêya sêyemîn bidomînin 2026-02-01 17:44:06   RIHA - Di daxuyaniya ku li Pirsûsê  jî bo  1'ê Sibatê Roja Cîhanî ya Piştgiriyê bi Rojava re hat dayîn,  hat diyarkirin ku li ser hevoka " Rêyeke me heye ew jî rêya sêyemîn e."   Platforma Saziyên Demokratîk di 1'ê Sibatê Roja Cîhanî ya Piştgiriya bi Rojava re li Pirsûsê daxuyanî  li dar xist. Cîgirê Serokê Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sezaî Temellî jî beşdarî daxuyaniyê bû. Di çalakiyê de pankartên bi nivîsên "Em 1'ê Sibatê Roja Cîhanî ya Piştgiriya bi Rojava re bi rihê yekîtiya neteweyî ya demokratîk silav dikin" û "Rihê me Ehmed Omer e, Fermandarê me Rohat Rower e" û pankartên bi nivîsên "Her der Rojava ye, her der berxwedan e" û "Hezar silav ji jinên li Rojava berxwe didin" hatin vekirin. Girseyê gelek caran dirûşmeyên wekî "Bijî berxwedana Rojava" û "Bijî Serok Apo" nerz kirin.   Metnê daxuyaniyê yê hevpar Hevserokê DBP'ê  Îbrahîm Ugurlu xwend.   Başak Sandal li ser navê TJA'yê axivî û got, "Em îradeya gelê Kurd in."   Sezaî Temellî yê ku axivî jî got, "Piştevaniya bi rojava re honandina aştiyê ye.   Piştî axaftinê daxuyanî bi dawî bû. Girseyê xwest ku ber bi avahiya navçeyê ya DEM Partiyê ve biçe, lê polîsan xwest asteng bikin. Li gel astengiya polîsan girse gihîşt avahiya navçeyê û bi dehan kes jî bi lêdanê hatin binçavkirin.