Alîkarî negihîşt Kobanê: TIRên Alîkariyê paşve vegerandin 2026-02-04 11:38:04   AMED- Ji bo alîkariyên mirovî ya ku ji aliyê Platforma Parastin û Hevgirtina Bajêr a Amedê ve ji bo Kobaniyê hatibûn komkirin û şandin, tevî hemû hewldanan jî destûra derbasbûnê nehat dayîn û piştî 5 rojan TIRên alîkariyê vegeriyan Amedê.   Karwana alîkariyê ya ku 5 roj berê ji Amedê ber bi Kobaniyê ve rê ketibû, li ser rêya Riha û Pirsûsê hatibû sekinandin. Di pêvajoya danûstandinan de hat diyarkirin ku alîkarî tenê dikarin di ser Azezê re derbas bikin. Lê dema ku vê carê rê li ber heyeta Platformê hat girtin û destûr nedan endamên Platformê biryar dan ku TIRên alîkariyê vegerînin Amedê. Hat zanîn ku TIRên alîkariyê duh bi şev gihîştine Amedê û alîkariya hatibû berhevkirin li avahiya Fuara Amedê hate valakirin.   Tevî hemû hewldanên saziyên sivîl û DEM Partiyê jî hevdîtinên dîplomatîk bi ser neket û alîkariya mirovî negihîşt xelkê Kobaniyê û TIRên alîkariyê vegeriyan Amedê