Li Rihayê civîna gel 2026-02-04 18:03:28   RIHA - Di civîna gel a li Rihayê pêk hat de pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk hat nîqaşkirin.   Partiya Wekhevî û Demorkasiyê ya gelan (DEM Partî) ya Rihayê der barê pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ û geşedanên li Rojhilata Navîn li daweta salonê civîna gel pêk anî.   Parlamenterê DEM Partî yên Rihayê Dîlan Kunt Ayan û Omer Ocalan, gelek kes tevli civînê bûn.   Veysî Aktaş ku ji girtîgeha Îmraliyê demek berê tahliye bû balkişand ser pêvajoya aştî û civaka demokratîk û êrîşên li ser Rojava.   Civîn bi pirs û bersivan bidawî bû.