Çalakiya li Qada Jina Azad didome 2026-02-05 20:28:42   NAVENDA NÛÇEYAN - Şêniyên Kobanê di bin dorpêçê de hem parastina xwe dikin, hem jî rojane li Qada Jina Azad çalakiyên xwe li dar dixin.   Bi hezaran şêniyên bajarê Kobanê rojane li Qada Jina Azad a bajêr kom dibin û çalakiyan li dar dixin.   Di çalakiyê de hunermendên Navenda Çand û Hunera Baqî Xido ya bajêr stranên şoreşgerî gotin, gel jî govend  gerandin.