Jinên Dirbêsiyê piştgirî dan berxwedanê 2026-02-08 18:26:32     NAVENDA NÛEYAN- Jinên ji bajarê Dirbêsiyê bi şêwazên cuda piştgiriyê didin şervanên  HSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn.   Şêniyên bajarê Dirbêsiyê bi hemû beşên civakê bersiva seferberiya giştî da, her beşek bi şêwazeke cuda piştgiriya berxwedana Rojava û şervanên li eniyên şer dike.   Yek ji dîmenên piştgiriya berxwedanê li Komîna Şehîd Dewran a bajarê Dirbêsiyê xuya dibe. Jinên ji taxê rojane ji bo şervanan xwarinê amade dikin, li şervanên li eniyên parastinê belav dikin.   Jinan diyar kir ku piştgiriya şervanan erkekî niştimanî û exlaqî ye dikeve ser milên hemû beşên civakê.