Ciwanan ji bo hevdîtina 15’ê Sibatê bang kirin 2026-02-13 17:57:00   AMED – Meclîsa Ciwanan a DEM partiyê ji bo hevdîtina li dijî Komploya 15’ê Sibatê ku wê Veysî Aktaş û Çetîn Arkaş jî wek axaftinker tevli bibin, banga tevlibûnê kirin.   Li Amedê wê li dijî Komploya 15’ê Sibatê ya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan  hevdîtina ciwanan pêk bê. Hevdîtina wê ji aliyê Meclîsa Ciwanan a DEM Partî û Piştevaniya Xwendekarên Azad a Dîcleyê ve bi dirûşmeya ‘em ji tarîtiyê berbi ronahiyê ve dimeşin’ pêk bê, di 15’ê Sibatê de saet di 10.00’an de li Navenda Kongreyê ya ÇandAmed wê pêk bê.  Veysî Aktaş û Çetîn Arkaş wê wek axaftinker tevli bibin.   Endamên meclîsa ciwanan li taxa Seyrantepe a Amedê bi meş û belavokan banga tevlibûna hevdîtinê kir.