Ezmûna CHP’ê ya ji bo pirsgirêka Kurd: Jidilbûn hewce ye 2026-02-14 09:02:48   Rojda Aydin    AMED - Canan Demîr fikarên xwe yên li ser pêvajoya ku neqediyaye anî ziman û got, "Aştî samîmiyetê dixwaze" û biryara CHP’ê ya beşdarnebûna di komîsyona ku çû Îmraliyê rexne kir û bi lêv kir ku hêviyên Gelê Kurd bi salan e tên îstismarkirin.   Pêvajoya aştiyê ku li Kurdistan û Tirkiyeyê ji nû ve vejiyaye, nîşana serdemekê ye ku hêvî û fikar bi hev ve girêdayî ne, di heman demê de nêzîkatiya mûxalefetê ya li hember vê pêvajoyê jî bûye sedema nîqaşan. Di demekê de ku aştî dîsa ketiye rojevê, biryara CHP’ê ya beşdarnebûna di komîsyona ku çû Îmraliyê de careke din sînordarbûna nêzîkatiya mûxalefetê ya li hember pirsgirêka Kurd eşkere kir. Ev biryar di raya giştî ya Kurd de bû sedema dubendiyeke kûr û ev helwest wekî "ne ji dil" hat dîtin.   Canan Demîr ku wekî Seroka Milê Jinan a CHP’ê ya li Amedê de cih digirt, ji ber nêzîkatiya CHP’ê di 29’ê Mijdara 2025’an de ji partiya xwe îstifa kir.   ‘Vê pêvajoyê hêviyek ava kir’   Canan Demîr diyar kir ku pêvajoyê di civakê de, bi taybetî ji bo Gelê Kurd, hêviyek mezin afirandiye û îhtîmala aştiyê her kesî kelecanî kiriye. Canan Demîr teqez kir ku jiyanek li ser bingeha hemwelatîbûna wekhev, xwestekek hevpar e û got, “Agahiyek ku ji bo me hemûyan wekî rihetiyek xweş hat, nîşan dide ku serdemek pir erênî li pêşiya me ye. Em ketin pêvajota aştiyê. Gavek wiha mezin hat avêtin. Elbet vê yekê me hemûyan kelecanî kir. Daxwaza me ya hevpar ew e ku hemû gelên Tirkiyeyê di çarçoveya hemwelatîbûna wekhev de bi hev re bijîn. Bê guman ev pêşketinên erênî dilxweşker bûn.”   ‘Rêbazek nelihevhatî tê şopandin’   Canan Demîr bi lêv kir ku piştî vê atmosfera erênî nêzîkatiya CHP’ê ya li hember pêvajoyê "dilşikestî" bû û got ku biryara neşandina şandeyek bi taybetî, zirar da pêvajoya aştiyê û endamên CHP’ê yên Kurd ên li herêmê dijîn pir xemgîn kiriye. Canan Demîr wiha dom kir, “Piştî vê yekê, bi eşkereyî biryara CHP’ê ya neşandina şandeyekê pêvajo xist rewşek hinekî bi zirar. Nêzîkatiya bêdil a li hember vê yekê, hişt ku em hîs bikin ku piştgiriya wan kêm e û di vê rewşê de em gelek xemgîn bûn. Ev nêzîkatî hemû kurdên CHP’yî xemgîn kir. Ji ber vê yekê, em vê rewşê tu carî qebûl nakin.” Canan Demîr diyar kir ku fêmkirina helwesta CHP’ê ji bo wan zehmet e û bi lêv kir ku cudahiya di navbera gotinên berê û pratîka niha de nelihevhatinek cidî çêkiriye. Canan Demîr wiha dewam kir, “Bi rastî, em nikarin wê li tu deran bi cih bikin. Ji ber ku xuya dike ku rêbazek nelihevhatî tê şopandin. Di demên diyarkirî de, li vir mîtîngên cûrbecûr hatin lidarxistin, gavên yekbûnê hatin avêtin û rêyek hinekî dûrî gotinên veşartî hat vekirin.”   'Em dixwazin hawîrdorek aştiyane serdest be'   Canan Demîr destnîşan kir ku ji bo pêvajoya aştiyê hêviyek mezin di dilê wan de heye, lê di heman demê de tirsên cidî jî hene û bedelên giran ên ku ji bo pêvajoyên ku di demên berê de neqediyayî mane hatine dayîn bi bîr xist. Canan Demîr ev tiştan anî ziman, “Em ditirsin. Ji ber vê yekê em pir dixwazin ku encamek erênî derbikeve. Em dixwazin hawîrdorek aştiyane serdest be. Hêviya me ya herî mezin ew e ku hawîrdorek aştiyane were avakirin û ev pêvajo bê biencamkirin. Divê dawiya dawî bigihîje encamê. Lê di heman demê de em xwedî ezmûnên ji pêvajoyên berê ne. Careke din Gelê Kurd kirin qurbanê vê zilmê. Ew dem pêvajoyek pir dijwar bû. Bi hincetên cuda gelek kes girtin û şandin girtîgehan, ji ber piştgirî dan vê pêvajoyê. Ji ber vê yekê em ditirsin ku gelo tiştên berê hatin jiyîn dîsa bên jiyîn. Em li bendê ne ku ev pêvajo bigihîje encamê.”   ‘CHP ji dil nêz nabe’   Canan Demîr diyar kir ku CHP ji dil nêz nabe û wiha got, “Ew sedema sereke ya îstifakirina min bû. Ne ji dil in. Ne çareserîxwaz in, lê xwe wekî ku bi çareserkirina pirsgirêkê re eleqedar e nîşan didin." Canan Demîr teqez kir ku ji bilî hemwelatîbûna wekhev ti daxwazên Gelê Kurd nînin."   ‘Zimanê nefretê zirarê dide aştiyê’   Canan Demîr bal kişand ser êrîşên Rojava û diyar kir ku trajediya mirovî ya ku bi taybetî zarok û jinan jiyane wan pir bandor kiriye û wiha bi lêv kir, “Em rewşa li Rojava bi rastî jî tirsnak dibînin. Em ji ber vê yekê pir xemgîn in. Mirovên bêguneh li wir ji serma û kêmbûna xwarinê jiyana xwe ji dest didin.” Canan Demîr destnîşan kir ku zêdebûna gotinên nefretê li Tirkiyeyê, pêvajoya aştiyê jî tehdît dike û teqez kir ku zimanê ku ji hêla medyayê ve tê bikaranîn pir xeternak e.   ‘Bila kesek jiyana xwe ji dest nede’   Di dawiyê de, Canan Demîr xwest ku pêvajoya aştiyê bi serkeftî bi dawî bibe û hêviya xwe ji bo pêşerojek li ser bingeha hemwelatîbûna wekhev anî ziman ku tu de kes jiyana xwe ji dest nede.