Li Strasbourgê komplo hat şermezarkirin 2026-02-14 18:55:01     NAVENDA NÛÇEYAN- Di mitînga ku bi wesîleya salvegera komploya 15’ê Sibatê hate lidarxistin de peyama azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azadiya gelê Kurd e hat dayîn.    Kurdistanî û dostên wan ên ku li bajarê Strasbourg ê Fransayê bi wesîleya salvegera komploya 15’ê Sibatê ya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li hev kom bûn, bi daxwaza  “ji Rêber Apo re azadî ji Rojava re statu” meş û mitîngeke girseyî li dar xistin. Gelê ku li ser Boulevard û Lyonê kom bû, di tevahiya meşê de posterên Abdullah Ocalan û alên YPJ/YPG’ê hilgirtin. Di refên herî pêş ên meşê de wêneyên şehîdên berxwedana Şêxmeqsûdê cih girtin. Kurdistaniyan di tevahiya meşê de bi coşeke mezin dirûşmeyên; "Bîjî Serok Apo" "Bê Serok Jiyan Nabe" "Yek e Yek, Gelê Kurd Yek e" û "Bîjî Berxwedana Rojava" berz kirin û heya qada mitîngê meşiyan. Deh hezarên ku gihîştin qadê, deqeyekê rêz girtin û sirûda Ey Reqîb xwendin.   ‘Gelê Kurd wê têkoşîna xwe bidomîne’   Di mitîngê de Selma Surer li ser navê Tevgera Jinên Kurd û Hevserokê KCDK-E’yê Engîn Sever jî axaftinek kirin. Selma Surer diyar kir ku gelê Kurd ev 27 sal in li Ewropa û çar perçeyên Kurdistanê ji bo azadiya fîzîkî ya  Abdullah Ocalan têdikoşe û ev yek anîn ziman: “Gelê Kurd, azadiya xwe di azadiya Rêber Apo de dîtiye û heya Rêbertî azad dibe di têkoşîna xwe de bi biryar e.”   Engîn Sever jî bang li Parlamentoya Ewropayê, YE’yê û CPT’yê kir û daxwaz kir ku hiqûq were sepandin. Engîn Sever diyar kir ku êdî nabe ku azadiya Abdulalah Ocalan were taloqkirin.   ‘Dixwazin destkeftiyên Kurdan tune bikin’   Piştre Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan axaftinek kir. Omer Ocalan diyar kir ku 100 salan beriya niha mafên gelê Kurd hatine xespkirin, di sedsala nû de heman nêzîkatî berdewam dike û destnîşan kir dixwazin destkeftiyên gelê Kurd tune bikin.    ‘Azadiya Abdullah Ocalan azadiya gelê Kurd e’   Omer Ocalan piştre anî ziman ku komploya li Rojava xistin dewrê ji aliyê Abdullah Ocalan ve  hatiye dîtin û beriya wê hişyarî dane û ji bo pûçkirina komployê  Abdullah Ocalan ketiye dewrê û di gelek qadan de têkoşiyaye. Omer Ocalan diyar kir ku komploya navneteweyî ya 27 salan beriya niha li ser Abdullah Ocalan xistin dewrê, roja îroyîn dubare li Rojava xistine dewrê û got ku divê gelê Kurd baldar be. Omer Ocalan herî dawiyê destnîşan kir ku ji bo dabînkirina azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan êdî gelê Kurd îradeyeke mezintir nîşan dide û got ku azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan azadiya gele Kurd e.