Li bajarên Serhedê çalakiyên ‘ronahiya heqîqetê’ 2026-02-15 21:33:32   NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarên Serhedê, bi armanca protestokirina komploya navneteweyî meşên bi ronahiyê hatin lidarxistin. Di çalakiyan de peyama "komplo hatiye têkbirin" hat dayîn.    Li bajarên Serhedê, Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi meş û çalakiyên girseyî hat şermezarkirin.   Wan   Platfomra Saziyên Demokratîk a Wanê bi boneya salvegera 27’emîn salvegera Komploya Navdewletî ya 15'ê Sibatê ku li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû pêkanîn, li Rêya Armûşê meşek lidar xist û daxuyaniyek da. Girse li ber Gunpaş AVM'ê kom bû û heta Nexweşxaneya Taybet ya Lokman Hekîm bi pankarta “Bi ronahiya heqîqetê ber bi azadiyê ve” meşiya. Di meşê de girseyê dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Hezar silav ji Îmarliyê re” berz kirin. Parlementer, hevşaredar, endam û rêveberên partiyên siyasî, nûnerên saziyên sivîl û bi sedan welatî tev li meşê bûn.     Piştî meşê li ber nexweşxaneyê daxuyanî hat dayîn. Hevserokê TÛHAY-DER'ê Osman Başak metna daxuyaniyê xwend û diyar kir ku bibiryariya Abdullah Ocalan ya ji bo çareseriyê, ev komploya tarî ya li hember azadiya gel, têk bir. Osman Başak anî ziman ku gelê Kurd û hevalbendên wî ji bo pûçkirina vê komployê bedelên giran dane û got: “Bi çalakiyên wekî ‘Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin’ bi mîlyonan kesan ji bo parastina Rêber Abdullah Ocalan çembera agir çêkirine û li meydan û zindanan li ber xwe dane û nehiştine ku komplo bi ser bikeve.Siyaseta îmha û înkarê ya ku komploya 15'ê Sibatê hedef girt, îro bi îradeya aştiyê ya Birêz Ocalan tê têkbirin. Parastina vê îradeya dîrokî, rawestana li dijî hişmendiya komploger û avakirina pêşerojek azad berpirsiyariya me ya hevpar û erkê me ya neçar e. Dirûşma me ew e ku em bi ronahiya rastiyê ber bi azadiyê ve bimeşin. Navnîşana çareseriyê û îrade zelal e; paşguhkirina vê îradeyê tarîkirina pêşerojê ye. Ji ber vê yekê, divê azadiya Birêz Ocalan tavilê were misogerkirin.”   Pişte parlementerê DEM Partiyê yê Wanê Zulkuf Ûçar axivî û bertek nîşanî Midûriyeta Polîsan a Wanê da ku ji bo girse nemeşe astengî derxistin. Zulkuf Ûçar anî ziman ku ew mafên xwe yên herî bingehîn bi kar tînin û xwest tavilê ev pêkanîn bên rawestandin. Piştî çalakî bi dawî bû polîsan çêr li welatiyê bi navê Hamdûllah Kûmlî kirin yê ku bertek nîşanî polîsan da, bi lêdanê hat binçavkirin. Piştî kar û barên îfadeyê Kûmlî hat berdan.   Erzirom   Platforma Saziyên Demokratîk a Erzirûmê, Komploya Navneteweyî ya 15'ê Sibatê bi nîşandana sînevîzyon, meş û daxuyaniyekê şermezar kir. Bernameya li avahiya Rêxistina Bajar a Erziromê ya DEM Partiyê hate lidarxistin, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştî nîşandana sînevîzyona derbarê Komploya 15'ê Sibatê de, girse bi pankartên bi Kurdî û Tirkî yên bi nivîsa, “Bi ronahiya heqîqetê ber bi azadiyê ve” ber bi Qada Mahallebaşı ve dest bi meşê kir. Di meşê de bênavber diruşmeya, “Bijî Serok Apo” hate berzkirin. Hevserokê Rêxistina Bajar a Erziromê ya DEM Partiyê Barış Kemaloglu, axivî û Komploya 15'ê Sibatê şermezar kir. Keremoglu wiha got: “Divê sîstema tecrîdê demildest bi dawî bibe, divê azadiya Birêz Ocalan demildest were misogerkirin û divê garantiyên yasayî ji bo pêvajoya danûstandinên demokratîk bên amadekirin.” Keremoglu balkişand ser êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê û bang li gelê Kurd kir ku heta azadiya Ocalan û statûya Rojavayê Kurdistanê berxwedanê bênavber mezin bikin.   Agirî   Platforma Saziyên Demokratîk a Agiriyê jî bi boneya 27emîn salvegera Komploya Navdewletî ya 15'ê Sibatê meş hat lidarxistin. Girse ji Pirûtxaneya Gel heta Cadeya Cûmhûriyetê bi pankarta “Em komploya 15'ê Sibatê şermezar dikin” meşiya û dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” berz kirin.   Parlementera DEM Partiyê ya Agiriyê Nejla Demîr piştî meşê axivî û diyar kir ku 15'ê Sibatê ji bo gelê Kurd xaleke dîrokî ye û got: “Vîna gel bû hedefa komployeke navneteweyî. Tevî salên derbasbûyî jî, gelê Kurd dev ji daxwaza xwe ya çareseriyeke demokratîk bernedaye. Divê polîtîkayên tecrîdê bi dawî bibin û kanalên siyasî yên demokratîk ji bo jiyana wekhev û azad a gelan werin xurtkirin.”   Çalakî bi dirûşman bi dawî bû.   Colemerg   Di pêşengtiya Platforma Saziyên Demokratîk de li Colemêrgê û navçeyên wê Şemzînan û Geverê li dijî komploya navneteweyî meş pêk hatin. Li Geverê meşê li ber deriyê DEM Partiyê destpêkir heya sukê dewam kir. Polêsan nehişt gel bi meşaleyan bimeşe û gel bi îşiqên telefonên xwe meşiya. Gelê di seranserî meşê de dirûşmên “Bê serok jiyan nabe”, “Bijî serok Apo” berz kirin. Piştî meşê daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn. Daxuyanî ji alilyê Hevserokê DEM Partiyê yê Gever Abdullah Kirmizitaş ve hat xwendin.   Abdûllah Kirmizitaş da zanîn ku baweriya xwe bi siyaseta demokratîk, maf û çareseriya aştiyane tînin û got: “Em bawer dikin ku aştiya civakî tenê bi adaletê, rûbirûbûnê û diyalogê tê xurtkirin. Îro em careke din tekez dikin ku rêya aştiya mayînde, ahenga civakî û pêşerojeke demokratîk ne bi polîtîkayên înkar û tepeserkirinê, lê bi serweriya hiqûqê, diyalog û siyaseta demokratîk derbas dibe. Kirmizitaş xwest ku mafê hêviyê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan demildest pêk were û got: “Mafê hêviyê daxwazeke takekesî nîn e, pêwistiyeke li gor normên gerdûnî yên hiqûqî ye.”   Di heman çerçovê de li navenda Colêmêrgê û navçeya Şemzînanê jî gel derket kolanan û li dijî Komploya navdewletî ya 15'ê Sibatê nerazîbûnen xwe anî ziman û komplo şermezar kir.   Mûş   Platforma Saziyên Demokratîk a Mûşê ji bo protestokirina Komploya Navdewletî ya 15'ê Sibatê meşek meşaleyî li dar xist û daxuyaniyek da. Girse li ber navenda tenduristiyê ya taxa Yeşîlyurtê kom bû û heta xaçerêya Fîdanlikê meşiya. Di meşê de girseyê dirûşmeyên “Hezar silav ji Îmraliyê re” û “Bê Serok jiyan nabe” berz kirin.   Li navçeyên Milazgir û Kopê yên Mûşê jî di pêşengtiya Platforma Saziyên Demokratîk de bi tevlêbûna Hevşaredar û endamên meclisê yên her du navçeyan û welatiyan meş hatin li darxistin û daxuyanî hat dayîn. DAxuyanî ji aliyê hevserokê DEM Partiyê yê navçeya Kopê Abdûlbarî Yigit ve hat xwendin.   Abdûlbarî Yigit bilêvkir ku ew komploya navneteweyî şermezar dikin û got: “Vê komployê vîna gelê Kurd, têkoşîna gelê Kurd û hêviya wî ya aştiyê hedef girt. Em weke hêzên demokrasîxwez dibêjin bila tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan bi dawî bibe, rêya aştiyê bê vekirin.”   Bedlîs   Platforma Saziyên Demokratîk a Bedlîsê ji bo şermezarkirina Komploya navdewletî ji Dibistana Seretayî ya Kazim Paşa heta meydana bajêr a Mizgefta Mezin meşek meşaleyî li dar xist. Gelek welatî beşdarî meşê bûn û dirûşmeya “Bê Serok Jiyan nabe” berz kirin. Piştî meşê hevseroka DEM Partiyê ya Bedlîsê Şevder Bîngul diyar kir ku 15'ê Sibatê di dîroka Kurdan de rojek tarî ye.