‘Rêbertî ji bo Tirkiye, jinan û gelê Kurd jiyana azad e’ 2026-02-16 09:03:35   NAVENDA NÛÇEYAN - Şadiye Manap da zanîn ku  bandora komploya 15’ê Sibatê îro bi êrîşên li dijî Rojava didomin û got civaka demokratîk û ‘jin jiyan azadî’ ne tenê dirûşmeyeke, felsefeya damezrandina têkoşîna azadiya jin-mêr e. Şadiye Manap wiha got: “Rêbertî ji bo Tirkiye, jinan û gelê Kurd jiyana azad e.”   Komploya navneteweyî ne tenê girtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e, di heman demê de wek xeteke têkoşînê ya demdirêj a li dijî polîtîkayên zext û polîtîkayên şer, didome ye.Şadiye Manap ku piştî 30 salî şûnde ji girtîgehê tahliye bû, komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê û bandora wê ya li ser rewşa îroy nirxand.   Bandora komployê   Şadiye Manap da zanîn ku komploya navneteweyî ya ji 1998’an heta 1999’an hatiye meşandin îro jî bandora wê didome û got: “Girtina rêbertiyê û radestkirin nokteya girîng a komployê bû û li gorî armancê hat destpêkirin.Armanc ev bû ku gelê Kurd û Tirk bikin şer. Ji 91’ê heta 99’an komplo didome. Hêzên hegemonîk li Rojhilata Navîn sêyemîn şerê cîhanê dan destpêkirin. Bandora wê îro jî didome. Çima komplo tê meşandin? Çima serokatî û têkoşîna azadiya Kurd hedef tê girtin? Ev hemû girêdayê hevin. Dema hêzên hegemonîk mudaxaleyê Rojhilata Navîn dikin tu dewlet asteng nabe. Heta ku Gelê Kurd û tevgera azadiyê mudaxale kir. Pergala kapîtalîst dixwaze xwe ij nûve teşe bike. Tu dewletan pêşî li wan negirtin. Ji ber vê jî li Rojhilata Navîn komplo meşandin. Li ser gelan lîstik lîstin. Ewil berê xwe dan têkoşîna Kurdan. Xwestinbikin bin kontrola xwe. Dema xwestin mudaxaleyê Iraqê bikin sekinin; ji ber têkoşîna azadiyê li pêş xwe wek pirsgiêk dîtin.Dema rêbertî teslîmê Tirkiyeyê hat kirin di 2003’an de mudaxaleyê Iraqê kirin.”   ‘Heta statuya Kurd neyê qebûlkirin wê pirsgirêka Kurd bidome’   Şadiye Manap daxuyakirin ku hêzên hegemon sêyemîn şerê cîhanê didomînin û dixwazin li Rojhilata Navîn berjewendiyan berfireh bikin û wiha domand: “Wek serokatiyê jî got hemû hêz di komployê de hebûn. Hemû dewlet tevli pêvajoyê bûn.Rewşa bêstatubûna gelê Kurd 100 sale didome. Xwestin Kurdan bê statu bihêlin. Li çar parçeyan veqetandin. Koka komployê pir kûre. Ev 27 sale wisa didome.Têkoşînek mezin hat meşandin. Êdî Rojhilata Navîn û cîhan gelê Kurd înkar nake. Heta ku statuya gelê Kurd neyê qebûlkirin, zemîna civaka demokratîk neyê avakirin wê pirsgirêka Kurd jî bidome.”   Hevsengiyên hêza dewletên hegemon   Şadiye Manap got beriya şerê Korfezê ya 2’ê Tebaxê mudaxaleyên li hember Iraqê hatin rojevê, piştre Sûriye hat rojevê û got: “Ev hemû girêdayê hev bûn. Dema komplo destpêkir Rûsya li cihê xwe bû, Îrna xwedî rayayek berfireh bû, Sûriye li cihê xwe bû. Lê îro gelek tişt guherîne. Rûsya bi şerê Ukraynayê re heta cihekî vekişiya. Sûriye ji bo armancekê hat bikaranîn. Israîl derket pêş, îngîlîstan û DYA zêde pêş ket.  Fransayê di yekemîn şerê cîhane de polîtîka xwe li ser Sûriyeyê meşand, wek hêzek emperyal hîna didome. Guherîn li cîhan û Rojhilata Navîn tên jiyîn. Armanca komployê û ji bo kesên xwestin pêşî li komployê bigirin tiştek neguheriye.”   ‘Piştî komployê mezinbûna pirsgirêkê dîtin’   Şadiye Manap destnîşan kir ku di êrîşa li dijî Rojava de Tirkiye xwe nade alî û got: “Komplo hîna didome. Tirkiye dibêje çareserî pêwiste lê ev ne navbera gelan de ye. Di êrîşa li hember Rojava de xwestin pêvajoya li Tirkiyeyê biqedînin. Ji ber naxwazin Kurd bibin xwedî statu, ji ber çareseriyê naxwazin vê dikin. Ji ber vê komplo didome. Civaka demokratîk û ‘jin jiyan azadî’ ne tenê dirûşmeyeke, felsefeya damezrandina têkoşîna azadiya jin-mêr e. Rêbertî ji bo Tirkiye, jinan û gelê Kurd jiyana azad e.”   Êrîşên li dijî Abdullah Ocalan   Şadiye Manap diyar kir ku 15’ê Sibatê bîrek afirandiye û di çalakiyên her çar parçeyê Kurdistanê de yên ji bo Rojava de ev bîr tê dîtin. Şadiye Manap wiha bi lêv kir: “Hêzên hegemon xwestin pergala xwe ava bikin. Xwestin vê ji ser gelê Kurd bilîzin. Rastiyeke têkoşîna azadiya Kurd û serokatiyê heye. yên îro êrîşên gelê Kurd, êrîşê serokatî, azadî û demokrasiyê dikin hêzên hegemonîkin. Kî êrîşê aştî, serokatî û têkoşîna azadiyê bike; yên bi komployê re tevdigerin e.”   Şadiye Manap wiha dawî lê anî: “Azadiya jinan girêdayê azadiya gelê Kurd e. Azadiya jinan pêşengiya vê dike. Komploya esas li îradeya jinê, li jina azad hat kirin. Jinan li dijî komkployê berxwe dan.  Jinan xwe pêş xist û azad kirin. Di têkoşînê de cihê xwe girtin. Bi saya jinan komplo vala hat derxistin. Serokatî ji bo Tirkiye, jin û gelê Kurd jiyanek azad e. Bi fikr û perspektîfên xwe jî wisa ye. Divê jin ji bo azadiya gelan û ji bo azadiya hemû jinan têkoşîna xwe mezin bikin.”