Şandeya NY’ê çû serdana Kobanê 2026-02-16 16:09:41   NAVENDA NÛÇEYAN - Şandeya Neteweyên Yekbûyî (NY) ji bo nirxandina rewşa mirovî û tenduristiyê, çû serdana Kobanê.   Şandeyek ji Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Koordînasyona Kar û Barên Mirovî (OCHA) serdana navenda Rêveberiya Xweser a li bajarê Kobanê kir.   Şande ji aliyê Desteya Serokatiyê ya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Kobanê û nûnerên saziyên xizmetguzariyê hate pêşwazîkirin.   Her du aliyan li ser pirsgirêkên mirovî û tenduristiyê yên ji ber dorpêçkirina Kobanê derketine û awayê  peydakirina xizmetên bingehîn û pêdiviyên şêniyan gotûbêj kirin.   Piştî civînê, şandeya NY’yê di gel endamên Rêveberiya Xweser, serdana stargehên li bajêr kir da ku şert û mercên jiyanê yên li Kobanê di bin dorpêça berdewam de ji nêz ve bibîne.   Ji 20’ê Çileyê ve, hêzên hikumeta demkî dorpêçeke dijwar li ser bajarê Kobanê ferz kiriye û heta niha jî berdewam dike.