Amadekariyên ji bo vegera malbatên Efrînê didomin 2026-02-17 19:45:38   NAVENDA NÛÇEYAB -Ji bo vegera nêzî 500 malbatên ji Efrînê, amadekariyên dawîn tên kirin. Di navbera Neteweyên Yekbûyî û Meclisa Koçberên Efrîn û Şehbayê de hevdîtin li ser ewlehî û pêwîstiyên vegerê tên kirin.   Di encama êrişên çeteyan û dewleta Tirk yên sala 2018’an destpê kirin û heta 6’ê çileya 2026’an berdewam kirin de bi giştî 450 hezar kes ji Efrîn, Şehba, Heleb, Serêkaniyê û Girê Spî koçberî rojavayê Kurdistanê bûn. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ji sala 2018’an ve ji bo vegera ewle ya koçberan di nava hewldanan de bûn.   Peyman di navbera HSD û hikûmeta demkî ya Şamê de çêbûn û vegera koçberan jî tê de cih girt. Herî dawî peymanek 29’ê çileya 2026’an di navbera HSD û hikûmeta demkî ya Şamê de hat îmzekirin û 30’ê çileyê hat aşkerakirin. Vegera koçberan wek xalek girîng a peymanê hat diyarkirin.   Li herêma Cizîrê ya rojavayê Kurdistanê 7 hezar 426 malbatên ji Efrînê li dibistan, mizgeft û navendên saziyan bi cih bûne.16’ê Sibatê Kombenda Efrînê ya Civakî, Meclisa Koçberên Efrîn û Şehbayê û nûnertiya civaka sivîl a Ewropayê ragihand ku dê koçberên Efrînê di demeke kurt de dest bi vegera li warê xwe bikin. Wek destpêk jî, dê derdora 400-500 malbat vegerin navçeyên Cindirês, Mabata û Şiyê yên Efrînê.   Li gorî Meclisa Koçberên Efrîn û Şehbayê ji bo vegera koçberan amadekariyên dawî tên kirin. Di navbera NY û meclisê de hevdîtin li ser ewlehî û pêwîstiyên vegerê tên kirin.