Talana komên hikumeta demkî ya Sûriyeyê ya li Kobanê 2026-03-11 11:45:24   NAVENDA NÛÇEYAN - Komên hikumeta demkî ya Sûriyeyê li gundên Kobanê mal û milkên şêniyan talan kirin. Koman bîrên ava vexwarinê, navendên dayîna kehrebeyê wêran kirin, alav û madeyên bingehîn dizîn û hin mal jî teqandin.   Komên hikumeta demkî ya Sûriyeyê li gundên Kobanê talan û wêranî bi mal û milkên şêniyan de kirin. Hin dîmen û wêneyên texrîbatê ji şêniyên gundê Bîr Nasir hatin bidestxistin. Ev dîmen sûcên ku beriya kom ji wan gundan vekişin, belge dikin.   Di dîmenan de diyar dibe ku koman bîrên avê yên vexwarinê xitimandine, kabloyên kehrebeyê û dînamoyên derxistina avê jî dizîne, kabloyên kehrebeyê yên malan birîne û çewlikên gund talan û wêran kirine.   Li gorî şahidan, talaneke mezin di malan de kirine, derî û pencere dizîne, mala welatî Hecî Miso û ya malbata şehîd Bahoz jî teqandine.   Ev pêkanîn beriya kom ji 74 gundên li başûr û rojhilatê Kobanê li gorî peymana 29´ê Çileyê vekişin, hatine kirin.