‘Em ê ji bo azadiya Rêber Apo li qadan bin’ 2026-03-14 09:04:31   Gulistan Gulmuş   SEMSÛR - Jinên Bulamê der barê rol û mîsyona jinan a di pêvajoya "Aştî û Civaka Demokratîk" de nirxandin kirin û wiha gotin: “Yên aştiyê ava dikin yên jiyanê ava dikin jin in. Ji bo azadiya Rêber Apo em ê li qadan bin."   Di têkoşîna 52 salî de gelek kesî jiyana xwe ji dest da, bi hezarna kes koçber bûn, malên wan hatin şewitandin. Bi hezaran kes jî hatin girtin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê sibata 2025’an de banga "Aştî û civaka demokratîk" kir. Ji ser bangê salek derbas bû. PKK’ê çarçoveya pêvajoyê de gav avêt û lê dewletê hîna gav navêtiye.   Ciwanên bajaroka Bulam a navçeya Çelîkhan a Semsûrê der barê pêvajoyê de rola ciwanan a di pêvajoyê de axivîn.   Bîrsen Tunç balkişand ser birîna porê şervaneke YPJ’ê ya ji aliyê çeteyên HTŞ’ê ve li Rojava hat birîn û got: “Serokatî ji destpêka têkoşînê de di pirtûkên xwe de dibêje jin pêşengin û divê jin bibin hêza ku tê dîtinê. Em dinêrin rola xurt a jinê di civakê de heye. Zîhniyeta mêr zextê li jinan dike û dixwaze di plana dawî de bên hiştin. Tundiyê li jinan dikin û destur nedin bixivin. Zextandikin. Li Rojava l gel rihê têkoşînê, zîhniyeta DAIŞ’ê li dijî bedena jinê êrîş pêk anî. Porê şervana YPJ’ê birîn û hewl dan jinan bitirsînin. Lê me bi keziyên xwe, têkoşîna xwe dengê xwe bilind kir.”   ‘Yên jiyanê ava bikin em in’   Bîrsen Tunç di berdewamiyê de wiha anî ziman: “Divê jin di avakirina jiyana demokratîk de rola pêşeng bilîzin. Ew çiqas me îmha bikin em bi bedenên xwe li virin. Em çavkaniya jiyanê ne. Bila jin zîhniyeta serdet netirsin. Bila ji zextan netirsin. Bila bêdeng nemînin. Divê em dengê xwe bilind bikin. Yên jiyanê ava bikin em in.”   ‘Jinên Kurd wê bi hûnandinê dest bi jiyanê bikin’   Yeşîm Uzun diyar kir ku divê di pêvajoyê de jin di eniya pêş de cih bigirin û wiha bi lêv kir: “Di esasa mîsyona serokatiyê daye me em jinên kurd di hişmendî rola ku ketiye ser me de ne. Em vê ji ku fêm dikin, ji birîna porê jineke jiyana xwe ji dest daye fêm dikin.Porê bedeneke mirî desthilatdariyê dtirsîne. Em dizanin ku jin  çawa jiyanê dihûnin. Em di hişmendiya rola mezin a jinên Kurde ne. Wê jinên Kurd bi hûnandina jiyanê dest pê bikin.”   ‘Em ê ji bo azadiya Rêber Apo li qadan bin’   Asmîn Ocak got di pêvajoyê de divê jinên ciwan rola pêşeng bilîzin û wiha daxuyand: “Li Rojava qetilkirin didomin.Divê jin li dijî zîhniyeta serdest ya ku tehemula wan ji bedena mirî ya jinan re tuneye  tiştên dikeve ser milê wan bikin. Divê em dakevin qadan û dengê xwe bilind bikin. Em ê ji bo azadiya Rêber Apo li qadan bin. Emê dengê xwe bidin bihistin.”   Havîn Dagdevîren jî wiha vegot: “Divê em li dijî pergala serdest ya mêr em bibin yek. Daxwaza min eve ku jin pêvajoyê bernedin. Divê em ciwan piştgiriyê bidin pêvajoyê. Li Rojava mirov tên qetilkirin. Divê em piştgiriya xwe zêde bikin.”   Zelîn Buyuktaş jî wiha got: “Divê şer bidawî be û aştî pêk bê. Jin her tim di eniya pêş de bûn. Ji ber vê divê em jinan di plana pêş de bigirin. Divê jin xwe rêxistin bikin.”