Li Kadikoyê 1'ê Gulanê dest pê dike 2026-05-01 11:13:20   STENBOL -Bi deh hezaran welatî ji bo 1'ê Gulanê, Roja Yekîtî, Piştgirî û Têkoşînê, li Qada Kadıkoy Rihtımê kom bûn.   Li Stenbolê, bi hezaran welatî li ber Nexweşxaneya Nimûne yaHaydarpaş û Îstasyona Metroyê ya Sogutlu Çeşme kom bûn û ji bo 1'ê Gulanê, Roja Yekîtî, Piştgirî û Têkoşînê, ber bi Qada Rıhtımê ve meşiyan. Girseya ku li dijî şerên emperyalîst, îstismara kapîtalîst û desteserkirina mafan bû yek, axwazên xwe anîn ziman.   Tê payîn ku mîtînga ku pankartên bi nivîsa "Bijî 1'ê Gulanê" hatin hilgirtin, dîsa bertekên li dijî komkujiyên li ser kar, krîza aborî û qedexeya li ser Qada Taksîmê nîşan bide.