‘Divê êdî bang cidî bên girtin’ 2026-05-07 09:05:34   Elfazî Toral   STENBOL - Endama Meclîsa Jinan a Dem Partiyê Nazmiye Ulker da zanîn ku tevî di ser banga aştiyê ya 27’ê Sibata 2025’an re dem derbas bûye jî hîna gavek nehatiye avêtin û got: “Aktorek hem muxatabê pêvajoyê tê dîtin û li aliyê din tê tecrîdkirin. Azadiya fîzîkî û statu divê bibe rojev. Divê demildest pêvajoya statuyê bê destpêkirin.”   Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat destpêkirin didome. Li ser bangê PKK’ê kongreya xwe pêk anî. PKK’ê di salvegera 12’emîn kongreya xwe daxuaniyek da. Piştî vê serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî  axivî û got divê statuya Abdullah Ocalan bê dest girtin.  Endama Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Nazmiye Ulker der barê pêvajoyê de axivî.   Nazmiye Ulker balkişand ser banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ û da zanîn ku tevî salek û nîv dem derbas bûye hîna dewletê gavek navêtiye û wiha got: “Avakirina komîsyonê, hevdîtinên komîsyonê, bêguman girîng û bi nirx in. Lê komîsyon di mijara ku bi gel re bibe yek, gel fêrî pêvajoyê bikr û bibike hevpar de, zimanê hinek rojnameyandi guherina uslubê de qels ma. Lê ev girîng bûn. Divê pêvajo bê vegotin. Ev jî divê bi hevkariya meclîs, komîsyon û çapemeniyê bihata kirin.”   ‘AKP hewl dide pêvajoyê bike qurbana hilbijartinê’    Nazmiye Ulker gotina "Tirkiyeya bê teror" jî rexne kir û wiha daxuyand: “Tevî tevgera azadiyê çek berdan û vekişiya, hewldanên nû yên ku pêşiya pêvajoyê vebike avêt jî Tirkiyeyê hewldaneke erênî li hember vê neda. Pêvajo li demê belav kir. Dema rapor hat pêşkêşkirin gotin piştî Cejna Remezanê. Lê piştî cejnê mehek derbas bû. Xuyaye ku AKP dixwaze mijarê bike qurbana hilbijartinê.”   ‘Divê qad bê vekirin’   Nazmiye Ulker li ser polîtîkayên qeyûman jî sekinî û anî ziman ku divê desthilatdarî şaredariyên li Kurdistanê radest bike û polîtîkayên qeyûman rawestîne. Nazmiye Ulker wih agot: “Bi operasyonên qeyûman demokrasî nikare bê avakirin. Her kes ji bo demokratÎkbûna Tirkiyeyê hewl dide, lê ew van hewldanan li demê blav dikin û usluba xwe naguherin, dibêjin "Tirkiyeya bê teror". Bi van gotinan kes nagihêje tu derê.”   ‘Divê mafê hêviyê bikeve bin ewlehiya destura bingehîn’   Nazmiye Ulker destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan muxatabê pêvajoyê ye û ev tişt anî ziman: “Aktorek hem muxatabê pêvajoyê tê dîtin û li aliyê din tê tecrîdkirin. Azadiya fîzîkî û statu divê bibe rojev. Divê demildest pêvajoya statuyê bê destpêkirin. Divê mafê hêviyê bikeve bin ewlehiya destura bingehîn. Devlet Bahçelî mijarê her tim tîne rojeva meclîsê. Gelo çima tiştên pêwist nayên kirin. Em vê mereq dikin. Divê demidlest û teqez azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan û statuyê bigirin rojeva xwe.”